• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Serkeftina "Îmtîhana Sîyerê" ya xwendekara Sûrîyeyî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lîsteya kesên ku di Îmtîhana Sîyerê ya ku di 18ê Sibatê de ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin de bi ser ketin û xelatan qezenc kirin hat daxuyandin.

Eyma Akupa ku xwendekara pola 5emîn e û ji Sûrîyê hatiye di kategorîya yekemîn de ket îmtîhanê temamê pirsan rast bersivand û kete derecê. Akupa ku ket derecê bîlgîsayar qezenc kir.

Eymaya ku 13 salî ye berî vê 4 salan digel malbata xwe ji Qamişloya Sûrîyê koçî Rişmila Mêrdînê kir û hewil da perwerdehîya xwe li wê derê bidomîne. Lê belê dema ku dest bi mektebê kir qet nizanibû bi tirkî. Eyma digel vê zehmetîyê qet bi paşve gav navêt û cehd kir. Di taliyê  hînî zimên bû û di îmtîhana sîyerê de  temamê  pirsan rast bersivand û bi ser ket.

 "Piştî ku ez hînî tirkî bûn, min qerar da ku têkevim îmtîhanê"

Eymaya ku di îmtîhanê de bi ser ket destnîşan dema ku ew hatiye Tirkîyê bi tirkî nizanibû û ew bi alîkarîya heval û mamosteyên xwe di demeke kurt de hîn bûye û beşdarî îmtîhanê bûye  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Piştî ku ez hînî tirkî bûn, min qerar da ku têkevim îmtîhanê

 "Ez pir zêde ji Pêxemberê me  hez dikim"

Eyma di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew gelekî zêde li îmtîhanê xebitiye û 3 caran kitêbê xelas kiriye. Eyma dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ez pir zêde ji Pêxemberê me hez dikim û her tim heyata Wî dixwînim.Min wê çîroka ku bo sîyerê dan min xwend û min zehmetî nekişand. Dema ku ez ketim îmtîhanê bi min re qet kelecan tunebû. Min temamê pirsan rast bersivand û bîlgîsayar qezenc kir. Ez pir bextewar im."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir