• DOLAR 32.584
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2428.295
  • ...
 "Divê kullîye bên çêkirin di van deran de di warê ilmên dînî û fennî de xizmet bê dayîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hesen Dursunê Wekîlê Miftîyê Heskîfê derbarê Heskîfa bajêra qedîm û dîrokî de ji ÎLKHAyê re axivî û qala wezîfeyên mizgeftan û xebatên ku li wan deran dihatin kirin kir. Dursun her wisa derbarê Mizgefta Er-Rizq a ku ji teref  Siltan Silêman ve hatiye avakirin de gelek alimên navdar û mezin perwerde bûne û destnîşan kir divê kullîye bên çêkirin di van deran de di warê ilmên dînî û fennî de xizmet bê dayîn.

"Li dinyayê ji wan berhemê herî girîng yek jî Heskîf e"

Dursun derbarê mijarê de  ji ÎLKHAyê re vegot ew ev 25 sal e ku li Heskîfê dijî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Li dinyayê ji wan berhemê herî girîng yek jî Heskîf e û ev yek ji teref dinyayê ve hatiye qebûlkirin. Mizgefta Er-Rizq di dema Eyyûbîyan de hatiye çêkirin û wek kullîyekê hatiye bikaranîn. Kapasîteya wê bi qasî ya Zanîngeha el-Ezher hebû û mirov dikare bibêje ku jê zêdetir bû jî. Her wisa gelek alimên mezin li vê derê bi cî bûne."

Dursun di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji Heskîfê gelek alimên mezin derketine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ger hûn bala xwe bidine navê Alaaddînê Heskîfî yê ku ji alimên fiqhê yê Hanîfîyan e navê Heskîfî ji Heskîfê giritye. Berhema xwe ya bi qedr û qiymet a bi navê 'Durrul Muxtar' li Heskîfê nivîsandiye, sepandiye û ji xelkê re hîn kiriye. Ji bilî vê El Hatîp El Heskîfî, Ebu Lutuf el Heskîfî û Îbnî Molla ji alimên navdar ên ku ji Heskîfê derketine ne.

 "Ew mînareya bi du rê ya li Mizgefta Er-Rizq ji teref Siltan Silêman ve hatiye çêkirin"

Dursun di berdewama axavtina xwe de diyar kir di salên 1990 an jî  1998an de piştî ku Heskîf wek qada sîtê hat îlankirin re tu xebat lê nehatin kirin û dû re wiha got: "Ji ber vê yekê ev berhemên me yên dîrokî bêxwedî mane û bi xerabûn û hilweşînê re rûbirû mane. Wek mînak Mînareya bi du rê. Ev mînare di sala 1407an de ji teref Siltan Silêman ve hatiye çêkirin. Ew ê dewleta me vê berhemê bo neslên were veguhezîne Parka Çandê û çûyîn û hatina xelkê re vebike."

 "Mizgefta Er-Rizq ji Eyyûbîyan hetanî îro xizmetê daye"

Dursunê ku hêvî dike li wargeha nû xizmetên xweştir ên mîna Mizgefta Er-Rizqa ku wek kullîyê dihat bikaranîn bê dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Înşallah ew ê avahîyên baş bo pêdîvîyên dînî li wargeha nû bên çêkirin."(ÎLKHA)















































Bu haberler de ilginizi çekebilir