• DOLAR 32.392
  • EURO 35.145
  • ALTIN 2324.16
  • ...
Bo malên fuhuşê bên girtin îmze hat berhevkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şênîyên Taxa Şîrînevlera Êlihê bo ew avahîya ku wek cihç fuhuş û tiryakê tê bikaranîn bê mihrkirin û girtin îmze berhevkirin û diyar kirin ew naxwazin bêexlaqî û bêdebîyên wisa li taxa wan bê kirin.

Di van demên dawî de her ku diçe hejmara malên ku rojane yan jî bo seatekê tên kirêkirin zêde dibe û li van deran fuhuş tê kirin û tiryak tê bikaranîn. Li Êlihê di wan rojên borî ji teref çend kesên ku nasnameyên wan nediyar in ve cam derîyên cihekî wisa  bi dar û keviran hat şikandin.

Şênîyên Taxa Şîrînevlerê piştî ku bûyer derket holê destnîşan kirin ew li taxa xwe fuhuş û tiryakê naxwazin  û destek da wê kampanya îmzeyan a ku ji teref Muxtarê Taxê ve bo girtina avahîyê hatibû destpêkirin.

Muxtarê taxê Muzaffer Esîn derbarê mijarê de diyar kir derbarê mijarê de destnîşan kir bo ew avahî bê girtin ew îmze berhev kirine û ew ê van îmzeyan teqdîmî Walîyê Êlihê bikin û jê bixwazin ku avahî bê girtin.

Esîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir li van avahîyan de karên neyasayî tên kirin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber ku li van deran karên nebaş û qirêj ên mîna bikaranîna tiryakê û kirine fuhuşê tên kirin xelk bertekeke tund nîşan da.Berî vê çend rojan ji ber bûyerên ku derketin taxî êrîşî vê derê kirin. Bi qasî ku em dizanin bi şikleke qeçax li avahîyê fealîyet tê kirin û şaredarî ruhsat nedaye vê derê. Bes bo xwe ruhseta kar derxistine. Em ji birêz walî teleb dikin ku vê derê bide valakirin û girtin. Naxwe ew ê di rojên pêş de tiştên nebaştir bibin. Em dixwazin ku ev der demildest bê girtin."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir