• DOLAR 32.316
  • EURO 35.15
  • ALTIN 2297.69
  • ...
SON DAKİKA
"Êdî esnaf nikarin kirya xwe bidin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê Lijneya Şêwrê (GİK) yê HUDA PARê Vedar Tûrgut îfade kir ku bi sîyaseta çalare ji ber pevçûn û teqînên bombeyan yên di nava bajêr de dihatin teqandin esnafên deverê zehmetîyên mezin dikşînin û êdî nikarin kirya xwe bidin.  

Tûrgût, li navçeya Baglara Diyarbekirê esnaf zîyaret kir û li derd û pirsgirêkên wan guhdarî kir û îfade kir ku karmend êdî îstîkrarê dixwazin.

Tûrgûr, destnîşan kir ku di pêvajoya pevçûn û dûre di sîyaseta çala de ji ber teqîna bombeyan herî hindik karê esnafan ji sedî 70-80 kêm bûn û ji bo esnaf nefesekê bigre lazim e çi hewcebike di cîde bên kirin.

Tûrgut, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Li navçeya Baglara Diyarbekirê me esnafên xwe yê Kolana Emekê zîyaret kir. Bi rastî berya niha Kolana Emekê kolaneke qelebalix bû. Heman kes dihatin û diçûn. Lê belê bi taybetî ji bet sîyaseta çala û teqîna bombeyan li nav bajêr herî hindik karê esnafan ji sedî 70-80 kêm bûn û ji bo esnaf nefesekê bigre lazim e çi hewcebike di cîde bên kirin. Lewra piştî wan rojana esnafan hêvî dikir ku belkî karê wan rast bibe. Lê belê mixabin tiştên wan hêvî dikir çênebû. Hûn dev ji qezencê berdin êdî esnafên me nikarin kirya xwe bidin. Sala 2017an wisa derbas bû lê belê tu hêvîya esnafan ji sala 2018an jî tineye. Gelek esnaf dixwazin kargehên xwe bigrin û karî din bikin. Ji bo welat di cîde îstîqrar lazim e. Gel, esnaf, karker û karmend tev îstîqrarê dixwazin."  

"Divê pakêtên teşvîkê nebin wek derîyê kedxwarinê"

Di dawîya beyanata xwe de Tûrgût, îfade kir ku divê pakêtên teşwîqê nebin wek deryê kedxwarinê û li gor em dibihîzin pakêtên teşwîkê bûnûn wek deryê kedxwarinê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê em piştgirî û destekan baş vekolînin. Divê piştî tê girtin û şûnde bê çawa hatîye xetckirin bê lêkolînkirin. Lazim e piştgirî û teşwîk nebe wek deryê kedxwarinê. Ser merselê dewlet jo bo koça ji gundan bisekinîne teşwîkê dide. Lê belê ev teşwîka nayê dayên cîyê rast. Teşwîka ku hewcebû gundîyan bigirtana û li gund pez xwedî bikirana di şûna wan de didin kesên din û ew ji xwe re karên din dikin. Ji ber vê yekê dema baş li ser neyê sekinandin sektora ajaldarîyê zehmetîyan dikşîne. Bihayê goşt zêde dibe. Me gelek caran gotin ku tiştên wisa di pêşerojê de di be sedema gelek tiştan. Ji bo esnaf û gel hizûrê bibîne di serî de pirsgirêka Kurd û temamê pirsgirêkên herêmê di cîde bi awakî adil bên çareserkirin. (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir