• DOLAR 32.6
  • EURO 34.761
  • ALTIN 2496.77
  • ...
Li Gûtaya Rojhilat kuştina sivîlan dewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Agirbestîya Neteweyên Yekbûyî carek din li ser kaxizê ma û neket rojevê. Piştî agirbestîya Neteweyên Yekbûyî ya mehekê bidawî bû hêzên rejîma Esab dîsa êrîşî Gûtaya Rojhilat ya dorpêçkirî kir.

Rejîma Easad ya ku ji teref Rûsyayê va tê piştgirîkirin di 10 rojên dawî de li Gûtaya Rojhilat nêzîkî hezar êrîş rast kir.

Li bajarê ku di bin kontrola mixalîfan de ye û yê ku nêzîkî 400 hezar kes lê dijî tenê di 15e rojên dawî de nêzîkî hezar sivîlî hatin qetilkirin û ji kesên hatin qetilkirin jê herî hindik nîvê wan zarok û pîrekin û di van êrîşan de derdora 2 hezar kes jî birîndar bûn.

Di gel Gûtaya Rojhilat di pêvajoya Astanayê de wek deverek aramîyê hatibû îlankirin jî ev 9 mehê dawîye rejîma Beas dorpêçkirina xwe zêdetir kiribû.

"Wek meriv teslîmî cinawir bike"

Li devera ku her diçe qeyrana însanî zêde dibe bi hezaran sivîl li hêvîya tehlîyekirinê ye. Li Gûtaya Rojhilat gelek zarokan ji birçîbûn û bê dermanîyê jiyana xwe ji dest dan.

Serokomar Erdogan, di beyanata ku ji bo nexweşên Gûtaya Rojhilat kir de wiha got: "Min ji Pûtîn ji bo nexweşê Gûtaya Rojhilat xwest ku bi be alîkar. Min jê re got wan tehlîye bikin emê li wan binerin, emê wan li welatê xwe di nexweşxaneyên xwe de tedawî bikin. Wî jî ev yeka xweş dît. Lê belê mixabin eleqeya me dixwest me ew nedît. Nûçeyên tehlîye kirina jin û zarokan hene lê belê ew nedan me û ew şandin Şamê. Teslîm kirina zarok û jinan ya rejîma Esad wek meriv wan teslîmî cinawiran bikin e." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir