• DOLAR 32.371
  • EURO 35.039
  • ALTIN 2325.83
  • ...
"Bila rêya mektebê nebe rêya mirinê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xwendekarên Mekteba Zîya Gokalp a li ser Rêyahawirdorê ya Başûr e daxwaz kirin ku bila li ser wê rêya mektebê ya ku her roj lê qeza çêdoibin serbihur bê çêkirin. Xwendekaran diyar kirin berî niha dê û bavên wan bi xwe jî tiştekî wisa teleb kirin, lê belê di vî warî de tu gav nehatine avêtin.

"Berî ku mirin çêbibin divê demildest serbihur bê çêkirin"

Omer Gunaydinê ku xwendekar e derbarê mijarê de diyar kir mekteba wan li ser Rêyahawirdorê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji ber ku wesayîy pir bi lez û sûret diçin û tên em bi qezayan re rûbirû dimînin. Em ji rayedaran teleb dikin  berî ku tiştek bi serê tu kesî bê bila li vê derê serbihurekê çêkin. Daxwaza me ew e ku rêya mektebê nebe rêya mirinê."

 "Berî niha ew mabû erebe li me dabana"

Xwendekarê bi navê Îbrahîm Turkanê ku diyar kir ew berî niha ew mabû ku erebe lê bide û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Li ser vê rêyê gelek mekteb û xwendekar hene. Berî niha ew mabû erebe li me dabana. Em naxwazin ev yek pêk bê. Ji ber wê yekê em serbihurekê dixwazin. Me berî niha jî tiştekî wisa teleb kir, lê belê tu kesî gav navêt."

 "Berî ku facîayek pêk bê divê tedbîr bê standin"

Îbrahîm Fîdanciyê ku xwendekarê mektebê ye jî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: " Ji ber ku rêya sereke ye wesayît bi sûret diçin. Dema ku em derbasî hember dibin zehmetîyê dikşînin. Ger serbihur bê çêkirin, ew ê pir baş çêbibe û em ê bi şikleke ewlehî derbasî wî rexê rê bibin. Berî ku facîayek pêk bê divê tedbîr bê standin."(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir