Ermenistan protokolên asayîbûnê yên bi Tirkîyê betal kir
Serokomarê Ermenistanê Serj Serkîsyan daxuyand wî wan protokolên asayîbûnê yên ku di sala 2009an de bi Tirkîyê re hatine îmzekirin betal kiriye.
Vladîmîr Hakobyanê Berdevkê Serokomarê Ermenistanê piştî civîna Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Ermenistanê daxuyanî da. Berdevk Hakobyan destnîşan kir ew, wan protokolên asayîbûnê yên ku di sala 2009an de bi Tirkîyê re hatine îmzekirin betal kirine û wiha got: "Ji ber ku di warê sepandina wan de tu pêşveçûn çênebûne, Ermenistan vê protokolê bêhukm kiriye."(ÎLKHA)