Li Ewrûpayê sermayên Sîbîryayê: 50 mirî
Ji ber serm û seqemaya ku nêzî heftîyekê li Ewrûpayê berdewam dike herî kêm 50 kes mirin.
Piştî ku hewayên cemed li ser Ewrûpayê hakim bûn re germahîya hewayê 12-15 dereceyan daket. Ev reqem li hinek deran dakete di bin sifirê de 20 dereceyan û bi netîceya vê yekê de li Ewrûpayê Belçîka û Îsvîçre rojên herî serma ya salê dîtin.
Li gor agahîyên ku hatin wergirtin ji ber sermayê heta niha herî kêm 50 kes mirin û di nav kesên ku ji ber sermayê mirine de kesên bêmal jî hene ku ji ber vê yekê ji malên strînê re bangawazîya "24 seatan vekirîna derîyan" hat kirin.
Ji ber hewaya neyînî û berfê li hinek deran bilindahîya berfê derket 2 metroyan ku ev yek tesîreke neyînî li ser veguhastina bejayî û asimanî kir.
Li exlebeyê Kosova, Arnavutluk, Qraltîyên Yekbûyî, Îtalya û Portekîzê mekteb ji ber bahozê hatin tatîlkirin.(ÎLKHA)