Di doza 2 polêsên ku li Serê Kanîyê hatin kuştin de temamê bersûcan berat kirin
Di doza 2 polêsên ku li Serê Kanîya Rihayê hatin kuştin û wek bûyera ku "Pêvajoya Çareserîyê" daye qedandin dihat diyarkirin de temamê kesên bersûc beraat kirin.
Di niştina ku îro hat dîtin de derbarê 9 kesên ku 4 ji wan girtîbûn de ji teref mehkemê ve qerar hat dayîn. Temamê bersûcan ku di dozê de dihatin darizandin ji sûcdakirina "cinayetê" beraat kirin.
Ji 4 kesên bi navê Hasan Aydin, Huseyîn Aydin, Sedat Aydin û Mehmet Nacî Yilmazê ku wek girtî dihatin darizandin re ji ber parvekirinên ji ser medyaya civakî ji her yekî ji wan re salek û 6 meh ceza hat dayîn.(ÎLKHA)