Li Misirê trên li hev qelibîn: 15 mirî 40 birîndar
Li Misirê di encama li hev qelibîna 2 trênan de 15 kes jiyana xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihadnin li el-Bahîra bajêra Misirê trêneke rêwîyan û ya bar li hev qelibîn, di encama qelibîna 2 trênan de 15 kes jiyana xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Veguhestinê ya Misirê ve hat dayîn de derbarê mijarê de hat destnîşankirin 2 vagonên trêna rêwîyan ji rêya hesinî derketine û li trêna bar qelibîne.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin 40 kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.(ÎLKHA)