• DOLAR 32.377
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2325.779
  • ...
"Xweda heqê zarokên me ji wan re nehêle"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaxê Ciwanan ê Rezan ê HUDA PARê Şeyhmus Kadan û lijneya pê re digel hev çûn ziyareta malbatên kesên ku naskirîyên wan mexdûrê 28ê Sibatê ne û ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî hatine girtin û derd û kûlên wan guhdar kirin. Kardan di dema ziyareta ku hat kirin de destnîşan kir bo dawî li vê zilmê bê divê kesên rayedar çareyekê ji vê bibînin û rêya darizandina ji nû ve vekin.

 "Lawê min nexweş ketibû, wî 6 mehan nebirin ba doxtor"

Evdirrehman Kilavuzê ku bavê Ekrem Kilavuz e derbarm mexdrûrîyeta ku ew dijîn û zehmetîyên ku dikşînin de wiha axivî: "Lawê min niha li Girtîgeha Tîpa T ya Sîwerekê ye. Ev bû 17 salên wî ku girtî ye. Dema 24 salî bû hat girtin. Min wê çaxê daxwazname da rayedaran.Bersivê temamê rayedaran hat, lê belê tu feydeya wê çênebû. Lawê min zewicîye û 3 zarokên wî hene. Xanim û zarokên wî her heftî diçin ziyareta wî. Dema ku kesê dibînim ez jî diçim. Him ew û him jî em me gelek zehmetî kişand û hêj jî em dikşînin. Ez amelîyata baypasê bûme, di dema çûyîn û hatinê de zehmetîyê dikşînim. Dema ku em diçin ziyareta wî gardîyan ji me re zehmetîyan derdixin, lêgerînê ji tehmê derdixin. Kûmê me ji serê me didin derxistin û me aciz dikin û  vê yekê jî di bin navê lêgerînê de dikin û ev yek bi zanebûn tê kirin. Wan pêlên çûyî lawê min nexweş ketibû. Tam 6 mehan ew nebirin ba doxtoran. Min çû daxwazname da dozgerîyê. Ji ber ku dozgerê nobedar tiştek nikaribû bike, sewqî Diyarbekirê kir. Piştî ku me daxwaznameya xwe da te lawê min birin nexweşxanê."

 "Xweda heqê zarokên me ji wan re nehêle"

Ebûbekir Susluyê bavê Hesen Suslu ye jî derbarê mijarê de wiha axivî: "Dema lawê min hat girtin 18 salî bû. Ji ber ku emrê wî biçûk bû, me daxwazname şand Enqerê da ku wî berdin, lê bernedan. Gelek heqaret lê hatin kirin. Bes sûcekî wî hebû, ew jî çûyîna mizgeftê û dayîna dersa Qur'anê bû. Ji ber vê yekê ew girtin û dozger û hakimên FETO ceza danê. Xweda heqê Hesen li ba wan nehişt. Niha jî ew hakim û dozgerên ku ceza dabûn Hesen di girtîgehê de ne. Ev bû 24 salên lawê min ku di girtîgehê de ye. Wî li gelek girtîgehan gerandin û niha jî anîn Diyarbekir. Dema li Bingolê bû, em nikaribûn herin dîtina wî. Nedihiştin em wî bibînin. Me di baran û herîyê de gelek zehmetî kişand. Carekê nêzî 4-5 seatan me dan sekinandin. Xweda heqên zarokên me ji wan re nehêle. Dêya lawê min niha li xestê ye. Sebeba nexweşketina wê ji ber hesreta lawê xwe ye. Ji ber hesret û kûla wî pê re nexweşîya şekir, qanser û yên din derketin."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir