Mizgeft û mescîdên ku divê bên parastin dê ji nû ve bên înşakirin
Di çarçoveya Lijneya Bilind a Parastina Heyberên Çandî, mizgeft û mescîdên ku divê bên parastin dê ji nû ve bên înşakirin.
Di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de ji teref Wezareta Turîzm û Çandê ve "Qerara Lijneya Bilind a Parastina Heyberên Çandî" hat weşandin.
Li gor qerara ku hatiye weşandin hukmên ku di bin navê "Ji nû ve înşakirinê" de ne dê li mizgeft, mescîd û turbeyan bê tetbîqkirin.
Di hevdîtinên ku li ser qerarê hatin kirin de biryar hat dayîn ku mescîd, mizgeft û turbeyên ku ji ber sedemekê xera bûne dê ji nû vê bên înşakirin.(ÎLKHA)