Mînareya Çar Ling ji nû ve ji ziyaretê re vedibe
Li Sûra navçeya Diyarbekirê Mînareya Çar Ling ji nû ve ji ziyaretê tê vekirin.
Hat ragihandin ew ê ew Mînareya Çar Ling a ku li Sûra Diyarbekirê di pevçûnên ku bi PKKyîyan re derketibû de zirar dîtibû û ev demek dîrêj e ku dîtin û ziyareta wê hatibû qedexekirin ji nû ve bo ziyaretê bê kirin.
Li Sûrê ji ber pevçûnên ku di sala 2015an de derketibûn operasyon hatibûn destpêkirin û ji ber vê yekê li wê herêma ku Mînareya Çar Ling jî di nav de ye qedexeya derketina derve hatibû îlankirin.
Bîlal Ozkanê Qeymeqamê Sûrê derbarê mijarê de diyar kir piştî 2 salan ew ê Mînareya Çar Ling ji ziyaretê re bê vekirin û li wan 12 dikanên ku li wê sikakê ne jî restore bê kirin.(ÎLKHA)