• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Bo cardin darbe neyê kirin divê bi şikleke mutleq edalet bê tesîskirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di peyama ku ji teref Navenda Giştî ya Cemîyeta Mustezafan ve  ji ber minasebeta salvegera 21emîn a Darbeya 28ê Sibatê hat weşandin de hat destnîşankirin "Bo cardin darbe neyê kirin divê bi şikleke mutleq edalet bê tesîskirin."

Di peyama ku di destpêka wê de ayeta "Zinhar, zen neke ku Xweda ji wan tiştên ku zalim dikin bêxeber e! Xweda, encax wan ji rojeke ku tê de çav bikevin dehşetê re dihêle"(Sûreta Îbrahîm Ayeta 42emîn)  de derbarê darbeya 28ê Sibatê  de wiha hat gotin:

Nedîtina mexdûrîyeta ku ji teref Darbeya 28ê Sibatê ve hatiye kirin û jiyanan mehv kiriye bû kevneşopîyeke ku ji îqtîdarekê ji îqtîdara din re bê dewirkirin. Elbest hinek mexdûrîyet hatin çareserkirin, lê belê dengê bi sedan mehkûmên ku bi darizandinên bêhiqûq di zindanan de ne, gelek xwendekarên ku ji mekteban hatine dûrkirin, xebatkarên kamûyê yên ku ji kar hatine derxistin  hêj nehatiye bihîstin. Aktorên darbeya 28ê Sibata ku di pey de eqla siyonsît û emperyalîst hebû digotin ew m 28ê Sibatê hezar salî berdewam bike. Hemd ji Xweda re ev yek weke ku ew gotin berdewam nekir.Encax tesîrên wan hedefên darbê hêj tên dîtin."

 "Bo cardin darbe neyê kirin divê bi şikleke mutleq edalet bê tesîskirin"

Di berdewama peyamê de hat destnîşankirin divê bi şikleke mutleq edalet bê tesîskirin û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: "Heta ku ew mezlûmên ku bi darizandinên bêhiqûq û bi şikleke neheq hatine girtin azad nebin ne mimkûn e hesap ji darbeyên leşkerî bê pirsîn. Bo cardin darbe neyê kirin divê bi şikleke mutleq edalet bê tesîskirin. Ji ber vê yekê em dibêjin 'pêşî însan ewilî edalet."

Bo temamê peyamê bitikenin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir