• DOLAR 32.598
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2499.242
  • ...
"Heyama 28ê Sibatê heyama micadeleya seransera li hember Îslamê bû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yilmaz, destnîşan kir ku darbeya 28ê Sibatê darbeyek leşkeran li ser sîyasetê zext kirin û bi destê sîyasîyan li sîyasetmedaran darbe çêkirin û wiha got: "Belê darbeya 28ê Sibatê darbeyek postmodern bû. Ev darbeya 28ê Sibatê ne wek darbeyên din yên ku bi awakî klasîk bi destê leşkeran dihat kirin bû. Ev darbeya bi zextdayîna leşkeran bi destê partîyek din li sîyasîyan hat kirin. Di vê heyama darbeyê de tenê baskê wê yê leşkerî tinebû beskê wê yê medyayê yê sermîyan yê dezghên kar yê sendîka û yê STKayan jî hebû. Di vê heyamê de di polîtîkayên dihat meşandin de bi awakî seranser micadele li dijî Îslamê û mislimana dihat kirin.

"Heta ku mexdûrên 28ê Sibatê ji zîndanan dernekevin ev heyama bi dawî nabe"

Yilmaz, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku di wê heyamê de endamên darazê derbekarên 28ê Sibatê li ser piya ew teqdîr dikirin û beşdarî biryarên Lijneya Ewlekariya Neteweyî dibûn û wihat got: "Di heyama 28ê Sibatê de darbekaran brifîng didan hakimi û sewcîyan û wan jî li gor armacên darbekaran biryar û qirar didan. Endamên darazê yên beşdarî wan komcivîna dibûn piştgirî didan darbedaran û îlan dikirin ku ew jî beşdarî biryarên Lijneya Ewlekariya Neteweyî dibin û ev yek qet venedişartin. Kesên van hakim û sewcîyan ew ciza kiribûn ev 20-25 salê wane di zîndanan de ne. Bila ev bê zanîn heta ku mexdûrên 28ê Sibatê ji zindanan neyên derxistin ev heyama 28ê Sibatê bi dawî nabe. Heta temamê aktorên 28ê Sibatê neyên derxisti pêşberî edaletê û ji wan hesab neyê pirsîn heyama 28ê Sibatê nayê qedandin."

"Lazim e kesên di baskê darazê de ne jî daxilî nav dozê bê kirin"            

Yilmaz, destnîşan kir ku darbeya 28ê Sibatê ne tenê darbeyek leşkerî bû di wê heyamê de baskê wê yê çapemenî û yê sîyasetê jî hebû û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Di van rojên ku dozek 28ê Sibatê ya gihaye ber qedandinê heye. Lazim e kesên di baskê darazê yê 28ê Sibatê te de jî cîh girtibin bên xistin nav vê dozê. Di vê dozê de tenê 103 leşker tên darizandin û ji 60 kesî tenê re ciza tê xwestin. Heyame darbeya 28ê Sibatê ne tenê darbeyek leşkerî bû. Di wê heyamê de de baskê darbeyê yê medya û yê sîyasetê jî hebû. Lewra hukumeta meşrû bi destê wan hat qulupandin. Bila kesên piştgirîya darbeyê dikirin tev bên darizandin. Dîsa di wê heyamê de hin rektor, dekan û endamên hindekarîyê jî hebûn wan jî di serî de piştgirîya darbeyê dikirin. Yanî ez dixwazim vê bibêjim tenê baskekî darbeya 28ê Sibatê tinebû di wê heyamê de kesên piştgirîya darbeyê dikirin gelek hêl bû ya herî girîng jî baskê darazê bû."

"Piştî FETO daraz bi dest xist wan ji bi destê daraza darbekaran zilma wan dewam kir"

Yilmaz, di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku dema daraz ket destê FETOyîstan wan ji ji bo camîaya Îslamî ji holê rake zilma darbekarên 28ê Sibatê dewam kirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Kesên darbeya 28ê Sibatê kirin di wê heyamê de wek bi Koma Xebatê ya Xerbê (BÇG) re micadele dikrin. Niha hin pêşketin henin lê belê ev ne bese. Însanên daraza 28ê Sibatê xistibû zîndanê hêjî di zîndanan de ne. Di wê heyamê de FETO jî rol girt û li caîmaya Îslamê zilm kir. Piştî heyama 28ê Sibatê FETO daraz bidestxist ji bo camîaya Îslamî tasfîye bike zilma darbekarên 28ê Sibatê dewam kir. Ji ber vê yekê heta Mislimanên ji ber zilma FETO û 28ê Sibatê di zîndanan de be heyamê 28ê Sibatê bi dawî nabe. Ji ber vê yekê em dibêjin bila ev 28ê Sibata bibe ya dawî. Ji bo zilm bê bidawîkirin lazim e temamê mehkûmên Misliman ji zîndanan bên derxistin û serbest bên berdan. (ÎLKHA)  





Bu haberler de ilginizi çekebilir