Nuredîn Şîrîn ji qelbê xwe amelîyat bû
Nivîskar, Rojnamevan û Birêveberê Weşana Giştî yê Qûdus Tv Nûredîn Şîrîn ji qelbê xwe amelîyat bû.
Hat ragihandin Nivîskar, Rojnamevan û Birêveberê Weşana Giştî yê Qûdus Tv Nûredîn Şîrînê ku berî vê du mehan qeyrana qelb derbas kiribû roja yekşemê ji qelbê xwe amelîyat bû û sê stent bi qelbê wî ve kirin.
Şîrîn di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de destnîşan kir ew 2 caran anjîo bûye û du damarên wî yên girtîbûn hatin vekirin û niha rewşa wî baş e û ji nexweşxanê derketîye.(ÎLKHA)