Reqemên îxracatê hatin eşkerekirin
Îxracata Tirkîyê di meha çileya îsal de li gor heman meha sala borî ji sedî 10,7 û îthalat jî ji sedî 38 zêde bû.
Ji teref TUÎKê ve rêjeyên îthalat û îxracata meha çileyê ya sala 2018an hat daxuyandin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKê ve hatine weşandin di meha çileya sala 2018an de îthalat li gor heman meha sala borî ji sedî 10,7 zêde bû û gihaşt 12 milyar û 457 milyon dolaran, îxracat jî ji sedî 38 zêde bû û gihaşt 21 milyar û 524 milyon dolaran.(ÎLKHA)