Trên li qamyonê qelibî
Li Palûya Xarpêtê trên li qamyonê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de şofêrê qamyonê birîndar bû.
Qeza li herêma Taxa Nû derdora seat 15.20an de pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin trêna bar a ku ji Tatwanê dihat li qamyona bi plaqeya 23 P 2026 qelibî.
Di encama qezayê de şofêr Zulkuf S. birîndar bû. Şofêr hat rakirin nexweşxanê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)