• DOLAR 32.36
  • EURO 35.123
  • ALTIN 2323.15
  • ...
"Mexdûrên 28ê Sibatê di zîndanan de li hêvîya edaletênin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz ji bo beşdarî Kongreya Parîya xwe ya 2yemîn bibe hat Mêrdîn. Kongre li Konferansa Mala Mamosteyan hat tertîbkirin û Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz beşdarî bernameya kongreyê bû û bi taybetî behsa edaletê kir û mijarên di rojevê de nirxand.

"Em qethîyen ji edaletê tawîzê nadin"

Piştî axaftina silavdayînê Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz îfade kir ku bawerîya însanan bi edaletê kêm bûye û wiha got: "Em wek HUDA PARê di serîde dibêjin "Di serîde însa û di serîde edalat" û deme me partîya xwe damezirand me got, "Sîyaseta Durist, Edaleta Rast" û me heta niha qethîyen ji edaletê tawîz nedane."

"Li vî welatî herkes ji edaletê gazinkarin"

Yilmaz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Li vî memleketî hûn ji kê dipirsin bipirsin bêgûman gazinên her kesî ji edaletê heye. Ev derdixe holê ku pirsgirêkek yeye. Li vî memleketî balafirên bê însan tên çêkirin di vî warî de pêşketin henin. Di aborîyê de dahata serî her kesî zêde debe. Ev tev temame, başe lê belê dema behsa edaletê tê kirin tu kes nikarin bibêjin li vî memleketî edalet wek hewceye tê bikaranîn. Heman kes ji edaletê gazinkarin! Em jî di navde her kes dibêjin edalet nayê tesîskirin. Em jî dibêjin edalet tineye. Di vî warî de kêmasî û xeletî henin. Tenê bi pêşketinê van îşana nabin. Edalet di serî hertiştî de tê. Edalet esasê hertiştîye. Dema edalet tinebe temelê tu tiştekî bi cîh nabe. Dema edalet tinebe hûn nikarin însanan memnûn bikin, aramî û hizûrê bînin."

"Mexdûrên 28ê Sibatê ev 20 salê wan e di zîndanan de li hêvîya edaletênin lê belê kesên darbekar bê girtin li dervê tên darizandin"

Yilmaz, di berdewama axafrina xwe de îfade kir ku ev serê 20 salaye mexdûrên 28ê Sibatê di zîndanan de li hêvîya edaletênin lê belê darbekarên ji bo wan hepsa muebetê ya giran dihat xwestin îro bê girtin li derve tên darizandin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Îro di zîndanan de kesên ev 20-25 salê wan e bi sûc di zîndanan de li hêvîya edaletê henin, malbatên wan li hêvîya edaletênin lê belê tu kes vê mexdûrîyeta wan nabînin û tu tiştekî nakin! Di rojên pêşîya me de demsala 28ê Sibatê ye. Heta niha jî dozên 28ê Sibatê yên dewam dikin hê jî henin. Di vê doza 28ê Sibatê de tenê 103 kes tên darizandin û ew tenê kesên leşkerin. Ji van kesana tenê ji bo 60 kesê ciza tê xwestin û van kesana bê girtin tên darizandin. Kesên ji bo wan muebeta giran tê xwestin bê girtin tên darizandin. Li hêladin kesên ketibû ber kela derbekarên 28ê Sibatê û hêjî di zîndanan de ne ji teref sewcî û hakimên 28ê Sibatê de hatibûn cizakirin ev 20-25 salê wan e heta hin kes jê ev 27salê wan e di zîndanan de ne. Kesên darbeya 28ê Sibatê bikar anîn ne tenê leşker bûn. Di pêvajoye 28ê Sibatê de nigê wê yê darazê jî û yê hehkemê jî hebû. Di pêvajoya 28ê Sibatê de nigê wê yê çapemenîyê jî hebû û yên amadehîya darbeyê kirin patronên medyayê bûn. Li Zanîngehan xwendekarên nixumandî nedigirtin mekteban û desthilatdarên hindekarîyê jî hebûn. Lê belê di heqê van tu kesî de tu miamele nehatîye kirin. Dîsa di vê pêvajoyê de hikumeta meşrû ya ku ji teref gel ve hatibû hilbijartin sîyasetmedaran bi ruşwet û şantajan ji wezîfe yê dûr xistin. Di pêvajoya 28ê Sibatê de tenê nigê wê yê leşkerî tinebû nigê wê yê sermaye, yê aborî û yê sîyasetê jî hebû. Di pêvajoya 28ê Sibatê de nigê wê yê sîyasetmedar û yê patronên çapemenîyê û yê perwerdehîyê jî hebû lê belê di heqê tu kesî de lêpirsîn nehatîye kirin. Di 2ê Adarê de doza 28ê Sibatê heye. Dive ku ev bibe doza dawî lê belê di vê dozê de tenê 60 kes tên darizandin û wê doz biqede."(ÎLKHA)





























































Bu haberler de ilginizi çekebilir