• DOLAR 32.525
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2437.831
  • ...
 "Ji xeynî Xweda ji kesên dinre serî tewandin cehalet û sefalet e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê ji teref Sevgî-Derê ve bernameyeke bi mijara "Meha Sibatê Meha Şehadetê" hat tertîpkirin.

Mela M. Beşîr Varolê ku di nav xelkê de wek Mela Mizgîn tê naskirin beşdarî bernameya ku hat tertîpkirin bû û derbarê girîngîya mijarê de axavtinek kir.

"Ger ew barê ku li ser milên me hat kirin ger li ser milên çiyayan hatibana kirin dibû ku ew çiya helîyabana, ew çiya serî tewandibana"

Mela Mizgîn di destpêka axavtina xwe de diyar kir di her dewrê de şehîdên di doza Îslamê de li ser soza ku dane Xweda mane  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di heyama sahabeyî kîram de  ew muminên ku digel Resûlullah hevaltî dikirin li ser soza ku dane man. Em bi wan fedakarîyên ku Bedîuzzeman, Hasan el-Benna û kesên mîna Seyyîd Kutub dizanin. Em bi wan fedakarîyên ku şehîd Rêber û yên pê re kirine dibînin. Ger ew barê ku li ser milên me hat kirin ger li ser milên çiyayan hatibana kirin dibû ku ew çiya helîyabana, ew çiya serî tewandibana; elhammedûlîllah ev Mislimanên sadiq digel zilm, kufr, tuxyan û cehaletê serê xwe li ber tu tiştî netewandin û di micadeleya xwe de sadiq man. Di vê oxirê de nêzî 500 şehîdan hat dayîn û zêdetirî 5 hezar kesan ên ku di girtîgehan de radizan hebûn û niha jî bi hezaran kes mihacir in."

 "Ji xeynî Xweda ji kesên din  re serî tewandin cehalet û sefalet e"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji xeynî dînê Xwedê tu dînê din qebûl nakin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Me soz daye û me bi ziman, qelb û temamê uzvên bedena xwe qebûl kiriye kur em ê ji xeynî Xwedê serî li ber tu kesî netewînin û em ê ji doza Wî pê ve doza tu kesî qebûl nekin. Kanîat a Xweda ye û kesê ku me xuliqandîye û rizqê me dide Ew e. Ji ber wê yekê em ji dînê Wî pê ve tu dîn, doz û nîzamê qebûl nakin. Ji xeynî Xweda ji kesên din  re serî tewandin û ji xeynî hukmê Wî qebûlkirina hukmê kesekî din cehalet û sefalet e."

 "Em islah û hîdayeta xelkê dixwazin"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew nexasim di salên 90î de bûne hedefên wan kesên ku dijminên Îslamê ne û ji xebat û xizmetên Îslamî aciz bûne. Varol dû re wiha li axavtina xwe zêde kir "Di wan salên 90î de kesên bêdîn û bêîman, xizmetên Îslamî qebûl nekirin û bi ser me de hatin. Me çendîna caran ji wan re got ku 'derdê me teblîxkirina Îslamê ye, derdê me bikaranîna şiddetê nîne. Em ji şiddetê hez nakin, derdê me ew e ku xelk bikevin cennetê, em islah û hîdayeta xelkê dixwazin.' Lê belê kesên bêdîn û bêîman, kesên zalim vê yekê fêm nekirin û bi ser me de hatin. Ji me re gotin 'An hûn ê vî memleketî terk bikin, an hûn teslîmî me bibin an jî em ê we bikujin.'  Me jî ji wan re got ku 'Em ê xelkê xwe, memleketê xwe ji zaliman re bernedin û dê van deran bêxwedî nehêlin. Em tu carî doz û dînê xwe terk nakin û em bo mirinê amade ne. Em tu carî ji mirinê netirsîyan û em ê netirsin jî.' Vê yekê fêm nekirin. Elhemdûlîllah, Xweda dîsa ji wan kesên ku terefdarên Wî ne, ji doza xwe re û ji wan muminên ku jêre sadiq in re alîkarî kir û me xalib kir.""Divê em ji wan kafiran zêdetir bixebitin"

"Em dixwazin dinyaya xwe ji bin hakimîyeta dîktatoran rizgar bikin û teslîmî edaleta Xweda bikin"

Varol di dawîya axavtina xwe de diyar kir kesê ku xwe bi dînê Îslamê ve bigre dê xelas bibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em dixwazin dinyaya xwe ji bin hakimîyeta dîktatoran rizgar bikin û teslîmî edaleta Xweda bikin. Him jî em micadele dikin da ku li axretê ji cehennemê xelas bibin  û bikevin cenneta Rebbê xwe. Em him bo axret û him jî bo dinyaya însanan dixebitin. Axret ebedî ye. Naxwe divê em ji wan xebatên ku kafir dikin zêdetir bixebitin. Ger em zêdetir nexebitin û xeyret nekin em ê widna bikin. Lewra em terefdarê înaşkirinê ne û ew jî terefdarê xerakirinê ne. Ew texrîb dikin, em islah dikin. Înşakirin ji tahrîbkirinê bi zehmettir e. Milletperwerên esil Misliman in. Lewra em him hewil didin dinyaya însanê xwe û him jî axreta însanê xwe xelas bikin. Kî xwe bi Îslamê ve girtibe xelas bûye, rizgar bûye, dinayayê jî axretê jî qezenc kiriye. Îzzeta heqîqî a Xweda, Pêxember û Muminan e."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir