• DOLAR 32.322
  • EURO 35.15
  • ALTIN 2292.96
  • ...
 "Divê em wan zarokên xwe yên ku temînata dahatûya me ne ji îlleta tiryakê xelas bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Qosera Mêrdînê temsîlkarên civakên siwîl, partîyên sîyasî û her wisa alim û welatî derbarê illeta tiryakê de diyar kirin çawa ku ji bo pêşîya sûcê zînayê bê girtin xebat tên kirin divê bi heman awayî bo pêşîya firotin û bikaranîna tiryakê bê girtin ji kesên ku ticareta tiryakê dikin re jî cezayên giran bên dayîn.

 "Divê em wan zarokên xwe yên ku temînata dahatûya me ne ji îlleta tiryakê xelas bikin"

Kemal Kahramanê ku li navçê waîztîyê dike derbarê mijarê de diyar kir li herê bikaranîna tiryakê wan bi fikar dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ew xortên ku temînata dahatûya me ne her ku diçin heder û heba dibin. Mixabin her roja ku derbas dibe ev hejmar zêdetir dibe. Divê em temam li ser sedemên vê yekê bifikirin. Weke ku Resûlê Xwedê dibêje 'hûn temam şivan in û ji wan kesên li ber destên xwe mesûl in.'  Ji ber vê yekê bar li ser milê me tevan e. Ji bo ku li temamê civakê de pêşîya bikaranîna tiryakê û tiştên mîna wê xirap bê girtin divê em temam wezîfeya ku dikev para me i cî bînin. Dewlet, partîyên siyasî, STK, xelk bi kurtasî hemû kes li gor xwe di vî warî de tiştinan  bikin."

 "Heta zarokên dibinstana destpêkê jî bi tiryakê emel dikin"

Serokê Şaxên Ciwanan a Qoserê ya HUDA PARê  Cîhad Karaalp jî derbarê mijarê de diyar kir rajêrîya tiryakê di nava civakê de bûye problemeke mezin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bi tiryakê emelkirin heta dibistana destpêkê ket. Ev mesele me temaman eleqedar dike. Şaxên me yên ciwanîyê ya navendê derbarê vê yekê de xebat daye destpêkirin. Me vê yekê anî rojevê. Em teleb dikin ku rayedar bi vê meselê serê xwe zêdetir biêşînin û çareyan jê re bigerin.  Me di bergaha di bîra civakê de xistinê  û îqazê de li navendên sûkan ve branda daleqand. Xort dahatûya welat in. Ger xortanî ketibe nav lepên tiryakê dahatûya wî welatî tarî ye û nebaş e. Miixabin ew cezayên ku tên dayîn ne yên tirsandinê ne û ne bes in. Divê li dijî wan çeteyên ku xortên me hînî tiryakê dikin venêrînên baş bên kirin û  ji wan re cezayên giran bên dayîn."

Her wisa çend welatîyên Qoserî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Serokê Îrfan-Derê Yusuf Oktay: "Ji dêla ku mêşê re bê mijûl bûn re divê bi wê çavkanîya ku mêş jê derdikeve re bê mijûl bûn."

Yavuz Kandemîrê Muxtarê Taxê Ataturkê: " Hetanî ku cezaya giran neyên dayîn em ê tim tim bi şebekeyê tiryakê re rûbirû bimînin."

Welatîyê bi navê Îsmaîl Yilmaz: "Divê kesên rayedar di warê micadeleya li dijî tiryakê de tedbîrên zêdetir bistînin." (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir