Yetîm-Dera Ewrûpa bo penaberên Arakanî ji nû ve dest bi xebatan dike
Yetîm-Dera Ewrûpabo projeyên konê û yên din ên ku bo Mislimanên Arakanî dabû destpêkirin di cihê wê de lêkolîn bike diçe kampên li Bangledeşê.
Hat ragihandin Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku ji roja ewil ve hewil dide ji Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û hovîtîya çeteyên Budîst û arteşa Myanmarê revîyane û li konbajarên li Bangledeşê bi cî bû ne re alîkarîyê dike û hewil dide birînên wan bipêçe cardin ji nû ve bo Mislimanên Arakanî xebatên alîkarîyê da destpêkirin.
Di bergeha xebatên alîkarîyê yên ku hatine destpêkirin de berî niha ji Mislimanên Arakanî re alîkarîya av, cil û berg, kon û xwarina germ hatibû kirin ku ew ê vêcarê jî gelek proje bên destpêkirin.
Ew ê vekirina konbajêran bê kirin û wargehên germ û bi ewlehî bên çêkirin
Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş derbarê alîkarîya ku dê ji Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û hovîtîya çeteyên Budîst û arteşa Myanmarê revîyane û li konbajarên li Bangledeşê bi cî bû ne re bê kirin de destnîşan kir ew ê vêcarê vekirina konbajêrên ku hatine çêkirin bê kirin. Ateş di berdewama daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ê ev yek di heftîya ewil a meha Adarê de bi beşdarbûna Yetîm-Dera Ewrûpayê bê kirin.
Ew ê mescîd bên vekirin û bo feyde bide aborîya malbatan dê ji wan re mekîneyên dûrûtinê bê dayîn
Ateş di berdewama axavtina xwe de derbarê heyeta Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku ew ê kampên li Bangledeşê ziyaret bikin de wiha agahî da: " Alîkarîya me bo Arakanîyan bes bi alîkarîya konan ne sînorkirî ye. Ew ê bo pîrek û zilaman mescîd bên vekirin, Xweda nesîb bike em ê bîrên avê bidin vekirin. Her wisa em ê ji pîrekan re mekîneyên dûrûtinê belav bikin da ku feyde bide aborîya malbatan."
Li wan kampên ku lê ceyran tuneye ew ê pergala ronîkirinê ya ku bi enerjîya tavê dixebite bê danîn
Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Malbatên ki di kampan de dijîn ji ber bêderfetîyan di wan konên ku ceyrana wan tuneye de dijîn. Bo bibe çareserî em ê li wan kampên ku lê ceyran tuneye pergala ronîkirinê ya ku bi enerjîya tavê dixebite deynin. Her wisa ew ê di ziyareta ku dê di meha Adarê bê kirin de ji Mislimanên Arakanî re xwarina germ û erzaq bê belavkirin. Ew ê ziyareta heyeta me heftîyek be û piştî ziyareta ku hat kirin re ew ê bi beşdarbûna dildar û lijneya birêveberîya Yetîm-Dera Ewrûpayê civînek bê kirin û ew ê bo zêdetir alîkarî çawa bê kirin îstîşare bê kirin. Her ku diçe meha Remezanê nêz dibe. Bo meha Remezanê jî plan û projeyên me dê hebin."
Ji xêrxwazan re bo kirina alîkarîyê bangewazî
Ateş di dawîya axavtina xwe de bo alîkarî bê kirin ji xêrxwazan re bang kir û wiha got: " Projeyên me yên alîkarîyên însanî bes ne tenê bo Arakanîyan. Alîkarîyên me li welatên Asya, Balkan û Ewrûpayê jî berdewam dikin û dê berdewam bikin. Em bendewar in ku kesên xêrxwaz bo penaberên ku mexdûr destên xwe yên alîkarîyê dirêj bikin."(ÎLKHA)