Li Îngilistanê teqîn: 4 birîndar
Di teqîna ku li Îngilistanê di avahîyekê pêk hat de4 kes birîndar bûn.
Li Leîcestera bajêra Îngilistanê di avahîyekê de teqîn pêk hat. Di encama teqîna ku pêk hat de 4 kes birîndar bûn.
Bûyer doh êvarî derdora seat 19.00an de li herêma Hînckley Roadê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn teqîneke mezin pêk hat. Ji ber tundîya teqînê 2 avahî hilweşîyan û 4 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)