• DOLAR 32.499
  • EURO 34.62
  • ALTIN 2480.307
  • ...
 "Di 28ê Sibatê de di bin navê 'îrtîcayê' de êrîşî Îslamê kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sîwereka navçeya Rihayê ji teref Şaxên Ciwanan a Sîwerekê ya HUDA PARê ve paneleke bi navê "Bila ev 28 Sibat bibe ya dawî" hat tertîpkirin. Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku beşdarî penalê bû û axavtinek kir destnîşan kir "Di 28ê Sibatê de di bin navê 'îrtîcayê' de êrîşî Îslamê û nirxên Îslamê hat kirin."

"Înşallah ev bibe 28ê Sibata dawî, zilm xelas bibe û bes di dîrokê de bê bîranîn"

Di panela ku hat tertîpkirin de pêşî Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz axavtinek kir. Yilmaz di axavtina xwe ya ku derbarê ehemîyeta mijarê kir de destnîşan kir înşallah ev bibe 28ê Sibata dawî, zilm xelas bibe û bes di dîrokê de bê bîranîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em hêvî dikin ku ev yek ji wan kesên ku dû re werin re bibe ders û ibret. Pêvajoya 28ê Sibatê weke ku ji navê wê diyar dibe pêvajoyek e, hema carekê dest pê nekir û xelas nebû. Navê wê ya di fermîtîyê de 28ê Sibatê darbeya post modern e. Darbe li kî hat kirin? Darbe li dîndaran, li Mislimanan û li jiyana Îslamî hat kirin. Weke ku ew dibêjin di wexteke ku tê de li her derê heyatê nirxên Îslamî lê bi cih dibûn de  ew kesên ku ji vê geşbûn û belavbûna Îslamê  aciz û nerihet dibûn, bi bihaneyên cûrbecûr  xwestin li ber vê geşbûn û belavbûnê bigrin. Li zanîngehan hejmara kesên ku serê xwe dinûximandin zêde bûbû, li kolanan hejmara kesên ku cil û bergên Îslamî li xwe dikirin zêde bûbû, hejmara kesên ku diçûn mizgeftan zêde bûbû; zarokên ku ketibûn destên çeteyan, mubtelaya tiryakê bûbûn bi temametî berê xwe dabûn mizgeftan. Ew zarokên ku ji destên dizan û tacirên tiryakfiroşan xelas bûbûn, berê xwe dabûn mizgeftan û bûbûn civakeke ku hînî destnimêj, rojî, nimêj û nirxên Îslamî hîn dibûn. Temamê van tiştên baş ên ku çêdibûn wan kesên ku pêvajoya 28ê Sibatê dabûn destpêkirin aciz kir. Ji ber vê yekê ji xwe re bihane û hincetan gerîyan."

 "Pêvajoya 28ê Sibatê, pêvajoya micadeleya seranser a bi Îslam û nirxên Îslamî ye"

Yilmazê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê pêvajoya 28ê Sibatê bes bi leşkeran re neyê eleqedarkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Pêvajoya 28ê Sibatê pêvajoya micadeleya seranser a bi Îslam û nirxên Îslamî re ye. Kesên laîk, sekuler û ew kesên ku nobedarîya pergala Kemalîst dikirin vê pêvajoyê dan destpêkirin. Pergal bi xwe ji vê yekê re musaîd bû. Lera ew bingeha ku Komareya Tirkîyê lê hat avakirin ne bingeha ku ji Osmanîyan wek mîras hatibû girtin bû.  Bingeha dewleteke laîk, xerbî û xwedîyên nirxên sekuler hebû.  Temela vê pergalê di Heyama Meclîsa Duyemîn de hat avêtin. Lewra di Heyama Meclîsa Yekemîn de, di Makeqanûna 1921an de dihat nivîsandin "Dînê dewletê Îslam e." Di Makeqanûna Meclîsa Yekemîn de tu ferqa Tirk, Ereb, Kurd û Lazan ji hev tunebû. Hemû kesî temsîl dikir. Lê belê piştî ku Meclîsa Duyemîn hat damezrandin re, piştî Lozan û sala 1924an de Ingilîz, Fransiz û Xerbî bi wan kesên ku di micadeleya rizgarîyê de derketin pêş re li hev kirin. Van însanan ji wan xerbê re gotin 'hewce nake hûn axên me îşxal bikin. Ger hûn doz nirxên xerbî dikin, em ê bi xwe wan bi cî bînin, ger doza we terikandina Îslamê be ji xwe em ê bi xwe vê yekê bikin. Bes ku hûn îdareya van axan bidin me.' Di van şert û mercan de dewletê teslîm standin û li ser laîktî, sekulertî, nîjadperestî û dijminantîya Îslamê ava kirin. Li her derî, di her qanûnî û di temamê wextan de ev yek qewîtir hat kirin.

 "Prensîbên CHPê, hat vegerandin prensîbên rejîmê"

Yilmazê ku diyar kir prensîbên CHPê, hatin vegerandin prensîbên rejîmê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Prensînên sereke yên dewletê bûn prensîbên Kemalîzmê. Ji bo yek ji wan prensîban jî nekevin xeterê  nehat qebûlkirin ku rexne jî li wan bê kirin. Bo rejîm di wê civakê de dijberê van prensîban wek tehdîd hat hesibandin. Dewlet ji xwe re heyata Îslamî, di civakê de hakimbûna heyata Îslamî, belavbûna dîndarîyê wek tehdîd dît. Di dewra Mîllî Şef de bo vê yekê tesîs bikin bi sedhezaran însanê me û Mislimanan qetil kirin. Ne tenê li rojhilata Tirkîyê bi heman awayî li rojhilat û li temamê Tirkîyê  bo têgihiştina  sekuler û laîk bê tesîskirin alim û şêxên me bi dar ve kirin. Bo em karibin 28ê Sibatê baş fêm bikin divê em li rabirdûyê binêrin û pergalê nas bikin. Ger em pergalê nas nekin ew ê 28ê Sibatê cardin were, ew ê ew zihnîyet cardin derkeve hemberî me. Ji ber wê yekê bo navê bi hev re hesab dîtina bi 28ê Sibatê re divê em wê rêxistina ku 28ê Sibatê derxistiye holê baş teşxîs bikin û li gor wê hereket bikin."

 "Ger dewlet bi Îslamê re li hev neyê ew ê dîsa Îslamê ji xwe re wek tehdîd bibîne"

Yilmaz di dawîya axavtina xwe de diyar kir balan kişand li ser doza ku tê de darbekerên 28ê Sibatê tên darizandin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Darbeker bi ji gotina 60 general kirin û ji wan re bi cezadayînê xelas nabe. Ev zihniyet wisa xelas nabe. Ji ber wê yekê divê em çirav û teqanê ziwa bikin. Ger dewlet bi Îslamê re li hev neyê ew ê dîsa Îslamê ji xwe re wek tehdîd bibîne. Niha dema ku darbeker li mehkemeyan parastinê dikin li ser vê temelê hereket dikin. Heftîya borî ez li wê derê bûm, niştina doza 28ê Sibatê hebû. Darbeker di dozê de vê yekê dibêjin 'Me wezîfeya xwe anî cî, qanûna xizmeta navxweyî vê yekê ji me re emir dike. Qanûna xizmeta navxweyî ya TSKyê heye û dibêje- hûn ê bi îrtîcayê re micadele bikin.- Navê Îslamê kirine îrtîca, bo paşvexwazîya xwe veşêrin  Mislimanan wek paşvexwaz û îrtîca bi nav dikin. Di bin navê micadeleya bi îrtîcayê re de bi Îslam  û nirxên Îslamî re micadele dikin."

Piştî axavtina Yilmaz çend kesên din di panelê de derbarê mijarê de axavtin kirin.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir