• DOLAR 32.589
  • EURO 34.791
  • ALTIN 2407.306
  • ...
"Dema muebet dan wan muebetagiran dan me"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref serokatîya Stenbolê ya HUDA PARê ya şaxa jinan ve ji bo mexdûrên 28ê Sibatê bername ya taştê hat tertîbkirin.

Alîkara Serokatîya Stenbolê ya Şaxa Jinan Esra Sîvî Turk, rayedarên partîyê û malbatên mexdûrên 28ê Sibatê beşdarî bernameyê bûn.

Di bernameyê de Serokê Bajarê Stenbolê Erdal Elîbuyuk, axaftina silavdayînê kir û wiha got: "Ev serê 21 salîye. Belkî gotinên em bibêjin an tiştên nehat kirin neman. Ne tenê em her kes axivîn lê belê malbatên mexdûran nepeyîvîn. Em ne tenê ji bo birayên xwe, em ji bo her kesî xibitîn. Lewra di vê pêvajoyê de helek dayîk û bavan zarokên xwe nedîtin û ji vê dinyayê koç kirin. Di vî varî de malbatên mexdûran ji bo me mihîmin. Me ew anîn rojevê û emê ji niha û pêde wisa dewam bikin."

"Mexdûrî hatin qebûlkirin lê belê tu gavên hewce nehatên avêtin"

Elîbuyuk, destnîşan kir ku ev 3 hefteye şaxê partîya wan ya jinan malbatên mexdûr zîyaret dikin û wiha got: "Ev 2-3 salên dawî ye di serî de em gîhan birêz Serokomar, Wezîrê Edaletê û karbidestên hikumetê û me mexdûrîyetên hatine kişandin ji wan re gotin lê belê heta niha tu havên hewce nehatin avêtin. Ev daxwaza ji teref Serokême yê Giştî bi xwe ji wan re hat gotin. Bi caran ev mexdûrîyetana hatin rojevê, bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin hatin kirin lê belê heta niha tu gav nehatin avêtin. Tiştên ji destê me bê emê bikin. Emê bi werê şerefa xwe mihafeze bikin û micadela xwe verdewam bikin.

"Ev qêrîna ne ji ber poşmanîyê ye tenê em dixwazin ji nûve daraz bên kirin wê çaxê bêsûcîya wan wê derkeve holê"

Piştî axaftina Elîbuyuk Alîkarê Seroka şaxê jinan Esra Sîvî Turk behsa armanca tertîbkirina bernameyê kir û wiha got: "Armanca em ya li vir kombûnê ewe ku em huzna xwe bi hevre parve bikin û em hêvî dikin ku êdî ev zilma bidawî bibe û mexdûrîyetên hatine kişandin bi dawî bibe. Em wek HUDA PARê me ev mexdûrîyetana zaf kişandin û em dixazin bi dengê zarokên bi vê mexdûrîyetê mezin bûne bang bikin. Di serî de em bangî birêz Serokomar, Wezîrê Edaletê û Wezîra Polîtîkaya Malbat û Civakê dikin. Ev bangewazîya ni bangewazîya halê poşmanîyê ye, li dijî bê yekê ev bangewazî bangewazîya ji nûve darazê ye ku bila sûcdar û kesên mexdûr ji hev bên kifşkirin."

"Wekî îdîa dikin delîlên tu sûcan tineye ji ver vê yekê jî nikarîbûn ciza bidanayê"

Bernameya ku merivên mexdûran jî tê de axifîn dayika Mesût Tûnç,Leyla Tûnç destnîşan kir ku lawê wê di 17 salîya wî de hatîye girtin û hinek ji hevalên wî ji ber îşkenceyan şehîd jî ketine û îfade kir ku ew nekare ciwanê bi navê Abdûsselam ji bîr bike û ew fikirîye ku bê ecêb lawê wê wek Abdûsselam şehît bûye û got: "Dema min lawê xwe ziyaret kir bawer bikin min ew nasnekir. Bûbû wek cinaza kî. Ji min pirsî got li ser çavên min nîşan hene an. Wê çaxê nîşanên îşkenê derbas bûbûn. Piştî ewqas zilm û tehdeyan em 10 salan li mehkeman perîşan bûn. Wekî îdîa dikin delîlên tu sûcan tinebû, ji ver vê yekê nikarîbûn ciza bidanawî."

"Wan gelek îşkence dîtîn"

Xuşka Ahmet Şat, Zeyneb Dûrmaz îfade kir ku birayê wê ji bo amadehîya zanîngehê çû Îzmîrê û li wir hat girtin û ji ber rêxistina navê wî dahî tibebû ji ber hereketa Îslamî ev 24 salê wî ye di zîndanê de ye.

Xuşka Ahmet Şat wiha got: "Wê çaxê Kemalîstên çep û FETO li Mislimana qûmpas çêdikirin. Birayên min û tîyê min herdûjî bûn qurbanê qûmpasên wan."Dûrmazê di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Tiştên ecêb ewbû ku kesên li wan îşkence dikirin digotin emê nimêja xwe bikin û îşkence dewam dikirin. Ev çawa çêdibe kesekî nimêj dike li Mislimanekî nimêj deke yê din îşkence dike?"

"Dema muebet dan wan muebeta  giran dan me"

Xanima Yasîn Demîr, Semîha Demîrê îfade kir ku zilamê min nexweşê giran bû lê belê ew serbest bernedan û bi rapora textor ew dîsa xistin zîndanê û wiha got: "Em bi sala li ber deryê hepsan gerîyan. Zarokên me di van riyana de mezin bûn. Gelekê mehkûman di zîndanê de bûn kalik. Dema muebet dan wan yê me muebeta giran dan me."Demîrê di berdewam axaftina xwe de wiha got: "Tenê ji ber ku Misliman bûn cizayê muebetê dan wan. Malaxwedê ava be serê me rakirî ye û enîya me vekirîye. Dema kî ji min dopirsin ez bi serbilindayî dibêjim zilamê min ji ber doza Îslamî di hepsê de ye."

"Ev çawa çêdibe li kesên Misliman ewqas zilm tê kirin?"

Kubra Dûmana ku zilamê wê ji doza Hîzût-Tahrîrê girtî ye îfade kir ku di vî warî de ew ji tevan re teşekur dike û wiha got: "Ev 3 mehên dawîye di heqê dozên Hîzbût-Tehrîr û dozên din de hertiştên ku hewcebû hatin gotin. Tiştên hewce ji teref STK, hiquqnas û nivîskaran de hatin gotin û hê jî tên gotin. Zilamê min jî wek yên din bi awakî derqanûnî hat girtin û ew ciza kirin. Qethîyen ev ne edalete. Ez dixwazim veya bibêjim. Ji bilî tiştên Xwedayê Mezin ji Însanan re şandiye tu sîstemên din yên bi edalet tineye. Qapîtalîzm û sepandana wê ya bi navê Demokrosîyê tu carê edalet û hizûrê ji bo însanîyetê nehanîye, heta roja îro tu aramî û hizûr ji bo însanan nehanîye."

Dûmanê, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em bibêjin em wek malbatên wan vê ezyetê dikşînin, ka çi gunehê zarokan heye. Ev çi diqewime gelo ev zilma li Mislimana tê kirin."

"FETO û Kemalîstan hemî cûreyên zilmê li Mislimanan kirin"

Ji mexdûrên 28ê Sibatê Nûray Canan Songulê wiha got: "Li cîkî ew qas mexdûrîyet hebe ez nikarim behsa mexdûrîyeta xwe bikim. Tiştên hewcebû we hatin gotin. Tenê ji bo bibe mînak ez dixwazim vî tiştî bibêjim. Pêvajoya 28ê Sibatê bi rastî edalet ji holê hatibû rakirin û hêzên tarî li Tirkîye çawa dixwestin bi alîkarîya FETO û Kemalîstan hemî cûreyên zilmê li Mislimana dikirin."

"Me ne wê çaxê dikarîbû heqê xwe biparasta û ne jî piştî wê"

Songulê di dawîya axaftina xwe de wiha got: "Dema em hatin binçavkirin miamela bi me dikirin û tiştên dihanî serê me te digot qey em qatilin wisa bi mere eleqe dikirin. Polêsên pîrek bi jopên destê xwe kesên dertiketin pêşîya wan jopdikirin. Lê belê li zilaman zêdetir îşkence dihat kirin. Me ne wê çaxê dikarîbû heqê xwe biparasta û ne jî piştî wê. Dema mijar bibe FETO û hevalên wan yên darbekar di cîde heqê wan tên îade kirin û di serde tezmînatê didin wan. Îro em behsa tiştên wisa dikin bi rastî ev me pir mehzûn dike." (ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir