• DOLAR 32.331
  • EURO 35.102
  • ALTIN 2295.726
  • ...
SON DAKİKA
"Qêrînên Mislimanên Gutayî di ummeta Îslamê de birînên ku dê neyên girtin vedikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îttîhadul Ulemayê ku ji êrîşên ji teref rejîma Esed ve li Gutaya Rojhilat tên kirin re bertek nîşan da destnîşan kir "Ew bangên Mislimanên Gutayî yên ku dilan dişewitînin û qêrîna wan dê û bavên ku zarokên xwe yên di bin enqazan de digerin di ummeta Îslamê de birînên ku dê neyên girtin vedikin."

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de weha hat gotin: " Di nav heftîyeke dawî de li Gutaya Rojhilat zêdetirî sed êrîşa hat kirin û bi hezaran siwîlên bê sûc û bê guneh jiyana xwe ji dest dan û rewş her ku diçe xiraptir dibe. Wisa ku feryad û fîxanên dê û bavên Mislimanên Gutayî yên ku bi wasitaya ajansên nûçeyan hewil didin dengê xwe bi dinyayê bidin sehkirin di ummeta Îslamê de birînên ku dê neyên girtin vedikin. Her wisa  li Gutaya Rojhilat a ku lê li ser serê Mislimanan de bombe û xazên kimyewî tên barandirin Misliman bi bêavbûn û birçîbûnê tên lêdan ku ev îmtîhana herî mezin a ku di esra dawî de di serî de Misliman bi giştî jî însanetî qeyb kiriye ye."

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin xwîna ku tê rijandin pîroz e û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: " Ji ber wan dewletên ku destekê didin Esed û ji ber sîyaseta xelet a wan lîderên welatên Îslamê yên ku bi wan re feraset tuneye heta niha nêzî milyonekî Misliman jiyana xwe ji dest dan. Ew xwîna ku tê herikandin bi qasî Mekke, Medîne û Qudsê pîroz e û  vebal û mesûlîyeta wê bêeleqedarbûn û xemsarîya ku li hember vê  jenosîdê tê nîşandan  pir mezin e."

Di dawîya daxuyanîyê de bo Gutaya Rojhilat wisa bang hat kirin: " Em bang li wan birêveberên welatên Îslamî û li wan weqf, komele û cemaatan ên ku dê bi van birêveberên welatên Îslamî gav bidin avêtin dikin da ku bo li vê şerê ku tê de zarok, pîrek û extiyar bi şikleke bêwijdan tên qetilkirin, îşkence li însanan tê kirin û gelek însan ji birçîna û sermayê jiyana xwe ji dest didin dawî bê anîn berpirsiyarîyê hildin li ser milên xwe. Her wisa em bang li ferdên Misliman dikin bila di wextên ku tê de dia û nifir lê tên qebûlkirin de bi xelkê Sûrîyê lavayî ji Xwedê bikin da ku xelkê Sûrîyê muzaffer bibe û zalim helak bibin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir