"Ger tu ne Alman bî tu nikarî xwarinê bixwî"
Li Almanyayê sazîyeke alîkarîyê daxuyand ew ê bes ji kesên ku nasnameya wan a Alman hebe re xwarinê bidin.
Sazîya alîkarîya xurekê ya bi navê Essener Tafela ku li Almanya xebatên xwe birêve dibe destnîşan kir ew ê bes alîkarîya xurekê ji wan kesên ku nasnameya Alman hebe re belav bikin. Ev qerara ku hat eşkerekirin ji teref gelek aktîvîstên mafên mirovan ve hatin şermezarkirin û vê qerarê wek "helwesteke nîjadperest" wesfandin.
Serokê sazîya alîkarîyê Jorg Sartor derbarê mijarê de wiha got: " Ji ber ku ew kesên ne Alman in xwedîyê pir zarokan in hema ji nişka ve hejmera wan gihaşt ji sedî 75an. Ji ber vê yekê me şert danî ew kesên ku tên xwarinê 'nasnameya Alman' nîşanî me bidin."(ÎLKHA)