Rûsya: Me li Sûrîyê 200 çekên nû ceriband
Serokê Komîteya Parastina Parlementoya Rûsyayê destnîşan kir Moskova li Sûrîyê zêdetirî 200 çekan ceriband.
Hat daxuyandin Rûsya di şerê Sûrîyê ya ku di sala 2011an vir ve berdewam dike de zêdetirî 200 çekên nû ceriband.
Vlademîr Shamanovê ku ji Komîteya Parastinê re Serokatîyê dike derbarê mijarê de diyar kir "Dema ku me ji wan Sûrîyeyîyên dost re alîkarî kir ceribandina zêdetirî 200 çekên nû kir."
Shamanov derbarê mijarê de axavtina xwe wisa domand: "Ev çek nîşanî dinayayê dan ka çekên Rûs çi qas bi hêz in."(ÎLKHA)