Rêjeya şadîyê kêm bû
Rêjeya kesên ku di sala 2016an de beyan kirin ku ew bextewar in di sala 2017an de kêm bû.
Li gor daneyên ku ji teref TUÎKê ve hatiye weşandin rêjeya kesên ku di sala 2016an de beyan kirin ku ew bextewar in ji sedî 61,3 bû ku ev rêje di sala 2017an de kêm bû û dakete ji sedî 58an.
Her wisa li gor daneyên TUÎKê rêjeya kesên ku diyar kirine ne bextewar in di sala 2016an de 10,4 bû ku ev rêje di sala 2017an de derkete ji sedî 11,1an.
Li gor daneyan rêjeya pîrekên zewicî ji zilamên zewicî bextewartir in û asta kesên ku mektebekê xelas nekiribin li gor yên xelaskirî zêdetir e.(ÎLKHA)