• DOLAR 32.602
  • EURO 34.766
  • ALTIN 2496.887
  • ...
 "Li ji sêyan du welatên dinyayê bêrêtî heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêxistina Şeffafîyê ya Navneteweyî (Transparency International) Endeksa Têgihiştina Bêrêtîyê ya ku ji sala 1995an vir ve   diweşîne. Rêxistin vêcarê jî endeksên bêrêtîyê yên sala 2017an weşand.

Di lêkolîna ku li ser 180 welatan hat kirin de pileya şeffafîyê ji 0 re hetanî 100î hat senifandin. Di encama lêkolînê de ji sêyan sê welatên dinyayê di bin 50 pûanan de man û wek welatên ku lê bêrêtî gelek hene hatin tespîtkirin.

Di raporta ku hat weşandin de hat destnîşankirin bêrêtî herî hindik li Zelandaya Nû û Danîmarkayê  tê kirin û herî zêde jî li welatên bi navê Sûrîye, Sûdana Başûr û Somalîyê tê kirin.

Li gor raporê Tirkîyê di lîsteya şeffayî de di rêza 75emîn de bû, lê îsal derket rêza 81emîn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir