Sererkanî: Konvoya ku ji 30-40 wesayîtan pêk dihat hat lêdan
Sererkanîya Giştî destnîşan kir konvoya ku ji 30-40 wesayîtan pêk dihat û ji Efrînê çek û muhîmat veduguhast hat lêdan.
Di daxuyanîya ku ji teref Sererkanîya Giştî ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin konvoya ku ji 30-40 wesayîtan pêk dihat û ji Efrînê çek û muhîmat veduguhast li rojhilatabaşûr a Efrînê hat lêdan.
Dîmenên lêdana konvoya wesayîtan hat barkirin hisaba TSK ya You Tubeyê, lê belê You Tube vîdyoya lêdana konvoyê jê bir.(ÎLKHA)