Ew ê Lûtkeya Sêalî ya Sûrîyê li Tirkîyê bê kirin
Serokomar Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn û Serokomarê Îranê Rûhanî bo Lûtkeya Sêalî ya Sûrîyê li Tirkîyê kom bibin.
Hat ragihandin ew ê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Putîn û Serokomarê Îranê Hesn Rûhanî bo Lûtkeya Sêalî ya Sûrîyê li Tirkîyê kom bibin.
Ew ê niştina duyemîn a lûtkeya ku berî niha di meha mijdarê de li Soçîyê hatibû kirin dê vêcarê di meha nîsanê de li Stenbolê bê kirin.
Berîya lûtkeyê ew ê Konseya Hevkarîya Paye Bilind a Tirkîye û Rûsyayê li Enqerê werin bal hev. Tê diyarkirin ew ê berîya civînê Erdogan û Putîn hevdîtinekê bikin.(ÎLKHA)