• DOLAR 32.513
  • EURO 34.62
  • ALTIN 2500.28
  • ...
Li Perûyê otobûsa rêwîyan gindirî kendalê: 44 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Perûya welatê Amerîkaya Başûr otobûseke rêwîyan gindirî kendalê, di encama qezaya ku pêk hat de 44 kes jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku ji pisporan hatine wergirtin li Perûyê tim û tim qeza pêk tên û sedema vê yekê kêmperwerdehî dîtina şofêran e.

Meha borî dîsa otobuseke rêwîyan û qamyonek li hev qelibî bûn û di qezaya ku pêk hatibû de 52 kes jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir