• DOLAR 32.576
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2435.726
  • ...
Ji HUDA PARê nirxandina rojevê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Giştî ya HUDA PARê derbarê zîyareta Wezîrê Karûbarên Derve yê Emerîka Rex Tîllerson û têkiliyê Tirkîye û Emerîka, salvegera Darbeya 28ê Sibatê ya 21emîn, mijara karkerên taşeron û derbarê lêpirsînên ne eşkere yên bê hiqûqî de û di gelek mijaran de daxuyanîyek nivîskî hat belavkirin.

Di beyanatê de hat bi bîrxistin ku hefteyek berê Tîllerson bi mijara Efrîn û têkiliyên Tirkîye û Emerîka de Tirkîye zîyaret kir. Di gel Emerîka bi eşkere ji dibêje û qet fikr û ramanên xwe venaşêrin hê jî Tirkîye dixwaze Emerîka wek mutefîkekî stratejîk û dost bibîne.

Di berdewama daxwuyanîyê de cîh hat dayîn van agahîyana: "Piştî Tîllersron bi serokomar, serokwezîr û wezîrê karûbarên dervê de re hevdîtin kir daxuyanîyek hat dayîn ku bi şerdê terk kirina piştgirîya PYDê Tirkîye û Emerîka wê li Minbicê bi hevre hereket bikin. Wekî di darbeya 15ê Tîrmehê de jî derket holê ku Emerîka qet hewceyî bi veşartinê jî nabîne û wek neyar hereket dike hê jî Tirkîye Emrîka ji xwe re wek dost û mitefîq dibîne. Divê şek û şupha tu kesî tinebe ku Emerîka ji xeynî berjewendîyên xwe û yên çeteyê sîyonîst ji tu kesî re nabe dost û mitefîq. Emerîka ketibe kîja derê ew der talan kirîye, serê wê anîye bin wê û tev şêlandîye."

"Tiştên îro diqewimin tev ji ber xeletîyen hatine kirin tên serê me"

Di mijara Sûrî de carek din bi awakî eşkere derket holê ku li ser erdingarîya Îslamê tehdîda herî mezin destek kirina Emerîka hin koman û hebûbûna Emrîka bi xwe ye û wiha hat gotin: "Ji ber vê yekê di serê herba Sûrî de xeteya herî mezin Tirkîye kir ew bû ku Tirkîye Emrîka dawetî wir kir û bi wan re hereket kir. Tiştên îro diqewimin tev encama xetayên hatîye kirine. Dema di serî de xeta bê kirin wisa dewam tê kirin. Armanca Emerîka ya herî mezin ewe ku li Sûrî ewlehîya çeteyên sîyonîst rast bike û ji bo çeteyên sîyonîst bêtir deveran îşxal bike dixebite. Gotina micadela li dijî ÎŞÎDê qilif dîtina Emerîka ji mijarê re ye. Heta hebûna Emerîka li Sûrî dewam bike wê dostanîya Emerîka û stratejîya wê wisa be tu tiştekî naguhere. Ev eşkereye ku dema karê Emerîka bi PYDê biqede wê wan bifroşe. Ev encama ji bo tamamê kesên li ser navên kesên din micadele dikin yeke û ev qethîyen nayê guherandin."

"Ji bo li Sûrî çareserîyek ji esasî çêbibe lazim e dewletên herêmê çi ji destê wan bên bikin"

Di beyanatê de hat îfade kirin ku divê welatên deverê ji bo rageşî û şidetên li deverên Îslamê rabe dev ji hevalbendîya emperyalîstan berdin û wiha hat gotin: "Ji bo li deverê aramî bê sazkirin lazim e dewletên herêmê dev ji hevaltîya dewletên emperyalîst gavek berî gavekê berdin. Ji bo mijara Sûrî ji binî ve bê çareser kirin lazim e dewletên herêmê tev werin cem hev û li ser esasê edaletê di serî de mafên Kurdan û yê temamê grûbên din bi gotebêja sîyasê bê dayîn. Wekî bawerîya me emrî me dike lazim e em her tiştî li ser esasê edaletê çareser bikin."



Bu haberler de ilginizi çekebilir