• DOLAR 32.564
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2418.193
  • ...
Ew ê arteş ji Rîo de Janeîroyê berpirsîyar be
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Michel Temerê Serokê Dewleta Brezîlyayê  arteşê di warê ewlehîyê de li eyaleta Rîo de Janeîroya ku bênavber pevçûnên çeteyên tiryakfiroşan pêk tên de wezîfedar kir.Temer tundîya li parezgehê şiband qanserê û destîşan kir divê sûca bi organîze ji teref dewletê ve bê xistin bin kontrolê.

Hat destnîşankirin kontrola operasyonan dê di destê hikûmetê de be û ger li Rîoyê serkeftin bê bidestxistin dê ev yek li bajarên din jî bê sepandin.

Hinek şênîyên parezgehê ji ber sepanê bi fikar in û hinek ji wan jî tedbîran pêwîst dîtin.

Brezîlya di cîhanê de di nav wan welatên ku lê herî zêde kuştin pêk tê de ye.Li gor daneyên ku ji teref hikûmeta Rîoyê ve hatine belavkirin rêjeya cînayetan li gor sala 2016an ji sedî 8, li gor sala 2015an ji sedî 26 zêde bûye.

Sala borî li bajêr ji ber bûyerên dizî, êrîş û cinayetê zêde bûn û ji ber tundîya çeteyên tiryakfiroşan mekteb gelek caran hatin tatîlkirin.

Kêmbûna heqê neftê û bêrêtîyên ku tên kirin aborî xera dibe û ev yek jî dibe sedem ku li bajêr çeteyên sûcê mezin bibin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir