• DOLAR 32.428
  • EURO 35.064
  • ALTIN 2325.979
  • ...
Serokwezîrê Macarîstanê: Em bûn asteng ku alema Îslamê me îstîla bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vîctor Orbanê Serokwezîrê Macarîstanê di axavtina xwe ya ku li civîna nirxandinê ya salane ya ku li Budapeşteyê hat tertîpkirin kir de destnîşan kir exlebeyê penaberan Misliman in û ger wisa berdewam bike ew ê yên zêdetir bibin Misliman.

Orban di berdewama axavtina xwe de diyar kir "Digel guherîna nirxên çandî û kêmbûna nufûsa Xiristîyanan li pêşveçûna "Îslambûna" bajarên mezin zêdetir dibe. Ji ber vê yekê me pêwîst dît ku di vî warî de pêşnîyazekê bikin. Armanca me ji ew e ku welatên Yekîtîya Ewrûpayê êdî penaberan li welatên xwe bi cî nekin. Yekîtîya Ewrûpayê pêwîst sînorên xwe biparêzin."

Orban di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên penaber her tim bajarên mezin "îşxal" dikin û îsal li Avusturyayê di nav wan zarokên ku dest bi mektebê kirine de zarokên ku mensûbê dînê Îslamê ne jî hene û her ku diçe hejmara wan zêdetir dibe. Me bi danîna têlan di warê parastina sînorên xwe yên başûr de bi ser ketin, em bûn asteng ku alema Îslamê me îstîla bike. Em bi şikleke îstîqrar amade ne ku girseyên mezintir bisekinînin. Welatên Ortodoksê bi şiklekî cesûr şer dikin. Em Sirbistan, Romanya û Bulgaristanê teqdîr dikin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir