• DOLAR 32.569
  • EURO 34.861
  • ALTIN 2433.933
  • ...
Rêwîyên ewil ên umrê yên sala 2018an bi diayan hatin şandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Miftîtîya Bajarê Sêrtê ve ji bo umerevanên sala 2018an bernameyek hat tertîbkirin. Umerevanên ewil yên sala 2018an bi dia hatin şandin axên mibarek. 

Bername bi xwendina Qur'ana Pîroz destpêkir û bi tekbîr, silawat, telbîye û îlahîyan dewam kir.

Miftîyê Sêrtê Farûk Arvas, di bernameyê de axaftina silavdayînê kir û îfade kir ku kesên diçin ûmrê ji bo gerê naçin lewra armanca çûyîna axên mibarêk ji bo îbadetê ye û divê temamê birêyanên me yên dilçin di vê şiûrê de bin.

"Divê em wextên xwe yê umrê ne li çarçî û bazaran, lazim e em wextên xwe tevî bi îbadet derbas bikin"

Arvas, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku rêwîtîya tê kirin rêwîtîyek ji bo îbadetê ye û wiha got: "Rêwîtîya tê kirin ne rêwîtîyek geşt û guzarê ye. Hûnê li wan axên mibarek 24 rojan bimînin. Ev rojana ji bo we carekdin nayên dîtîn. Ji kerama xwe re baldar bin! Zemanê xwe tevî li gor layiqî wî memleketî detbas bikin. Îbadetên li Mekê tên kirin li yên li deverê din tên kirin sed hezar car zêdetir bi xêrtire. Ji ber vê yekê nimêjên xwe li Herema Şerîf bikin. Kesên dizanibin Qur'anê bixweynin bila rojê 5-6 cuzan bixweynîn û li wir çend xitma deynin. Baldarbin! Wextê xwe li çarşî û bazaran li dû cînciq û morîkan derbas dekin. Lewra wir ne cîyê ticaretê ye û ji bo ticaretê hûn neçûn wan derana. Ji bo hûn tiştekî bistînin wextê xwe vala derbas nekin. Şeytanê ji bo hûn wextê xwe vala derbas bikin wê weswesa bidin we, baldar bin û fersendê nedin wî."

Axên mibarek ne cîyên meriv wextê xwe lê îsraf bikine

Ji xeletîyên li umrê tên kirin yek jê jî kesên diçin ûmrê demên xwe bi axaftinên vala derbas dikin û wiha li axaftina xwe dawî anî: "Gelek ji umrevanên me diçin umrê û li ba hev kom dibin û behsa tiştên dinyayî dikin. Pêşgotinan dikin û behsa ticaretên xwe yên li Tirkîye dikin. Wan derana ne cîyên meriv lê wextê xwe îsraf bikin. Ka werin li vê mizgînîyê guhdarî bikin: Hecî û ûmrevan tev mêvanên Xweda nin. Kesên wek temsîlvanên Mislimana diçin wan axên mibarek heger ji rih û can dia bikin Xwedayê diayên wan qebûl bike." 

"Xweda çûyîna ûmrê bike nesîbê temamê Mislimanan"

Ji ûmrevanan Sevîm Dirikolû îfade kir ku ji ber ew diçe ûmrê ew zaf bi kelecane û got: "Ez hêvî dikim ku Xwedayê Mezin çûyîna ûmrê bike nesîbê temamê Mislimana. Ez nikarim hêst û ramanên xwe bînim ziman lewra meriv nikarin bibêjin encex meriv bi xwe bijîn."

Necîm Yilmazê malbata xwe dişand umrê destnîşan kir ku ji ber malbata wî diçe ûmre ew zaf kêvxweşe û ji bo merivên xwe yên ku diçin ûmrê û axên mibarek xwest ku Xwedayê Mezin ji wan re bibe alîkar.

Yûnûs Emre Dîrîkolû yê ku ev cara yekeme diçe umrê îfade kir ku ew pir bi kelecane û ewê bi meta xwe û apêxwe re here umrê.

Di bernameya şandina umreyê de gelek kes dilzîz bûn. (ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir