• DOLAR 32.527
  • EURO 34.815
  • ALTIN 2429.704
  • ...
Li Îzlandayê sinet tê qedexekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihadin pêşnûmaya ku pê tê xwestin li Îzlandayê sinetbûna mêran bê qedexekirin teqdîmî parlementoyê hat kirin ku Îzlanda di warê vê qedexeyê de welatê ewil a Ewrûpayê ye. Li gor pêşnûmaya ku hatiye amadekirin ew ê ji wan kesên ku qedexê îhlal bikin re 6 sal ceza bê dayîn û bes kesên ku "mecbûrbûn wan a tibbî" hebin karibin sinet bibin.

Di pêşnûmayê de derbarê mijarê de hat diyarkirin "sinet îhlala heqên lawan e û li dijî Peymana Heqên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye." Her wisa sinetbûna lawan di pêşnûmayê de hat şibandin sinetbûna qîzan a ku li temamê Ewrûpayê hatiye qedexekirin.

Hat diyarkirin ew ê lawik dema ku mezin bûn karibin ji berxwe  qerara sinetbûn an nebûnê bidin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir