Li Mûşê qezaya trafîkê: 2 mirî 4 birîndar
Li ser Rêbeja Mûş-Kopê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li ser Rêbeja Mûş-Kopê otobuseke rêwîyan û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi palqeya 34 KSP 59 a ku ji Mûşê ber bi Melezgirtê ve diçû û wesayîta bi plaqeya 35 AC 2072 a ku ajokarê wê Mehmet Çelîk bû li meqîya Karakaleyê li hev qelibîn. Di encama qezayê de 2 kesên bi navê Mehmet Çelîk û Fîlîz Aykuş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên bi navê Tirkan Sabirli, Mehmet Sabirli, Baran Çelîk û Giyasettîn Sabirli jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)