• DOLAR 32.376
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2325.58
  • ...
Ji ber ku mekteb nehat tesîskirin li mala şînê ketin Îmtîhana Sîyerê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li 75 bajêran bi beşdarbûna 300 hezaran Îmtîhana Sîyerê ya bi navê "Wî bixwîne û wek Wî bijî" hat tertîpkirin.  Li Bidlîsa ku lê tev de 5 hezar û 230 kes beşdarî îmtîhanê bûn ji ber ku li hinek gundan bo Îmtîhana Sîyerê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin cî nehat tesîskirin kesên beşdarvan li mala şînê ketin îmtîhanê.

Berî îmtîhanê ji teref rayedaran ve ji Walîtîya Bidlîsê destûrên pêwîst hatin standin, lê dema ku rojek ji îmtîhanê re ma ji teref Walîtîya Bidlîsê ve ji rayedarên platformê re agahî hat dayîn ku ji bilî çend mekteban pê ve dê îmtîhan nikaribe bê kirin. Kesên beşdarvan ên ku ji rêyên dûr hatin îmtîhanê û bi meselê bihîstin bertek ji bûyerê re nîşan dan. Hinek ji van beşdarvanên ku nikaribûn li mekteba ku berî niha hatiye ayarkirin bikevin îmtîhanê bi hewildanên mezin berê xwe dan navendên din ên îmtîhanê û hinek ji wan jî li mala şînê ketin îmtîhanê.

Şênîyên  gundê Parsinka Bidlîsê ji ber ku  bo Îmtîhana SÎyerê re mekteb nehatiye tesîskirin ji rewşê re bertek nîşan dan û diyar kirin ev yedk nayê qebûlkirin û mala şînê ya gund şli gor îmtîhanê ayar kirin û li wê derê têketin îmtîhanê.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir