Zarîf: Amerîka kêmîneyên Sûriyêwek hêza bejayî bi kar tîne
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf destnîşan kirAmerîka bo hinek xalên li Sûrîyê dagir bike komên ku kêmîneyên Sûriyê ne wek "hêza bejayî" bi kar tîne.
Li gor xebera ku di malpera Mehrê hatiye weşandin Zarîfê Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê yê ku bo beşdarî konferansa ku li Moskovayê dihat tertîpkirin çû Rûsyayê derbarê rewşa Sûrîyê de nirxandinan kir.
Zarîf di nirxandina ku kir de nav de neda lê qesta PKK/PYDê kir û got " Di van pêlên dawî de li Sûrîyê domandina hebûnê ya Amerîka eşkere dike ku ew polîtîkayên xetere yên ku berî niha hatine plankirin tên domandin. Amerîka bo hinek xalên li Sûrîyê dagir bike komên ku kêmîneyên Sûriyê ne wek hêza bejayî bi kar tîne ku ev yek jî dibe sedem ku pevçûnên navxweyî berdewam bikin."
Zarîf di berdewama axavtina xwe de diyar kir polîtîkaya ku ji teref Amerîka ve tê meşandin bes li dijî Îranê tê kirin ku ev yek jî dibe sedem siyaseteke bi xeteretir derkeve holê.(ÎLKHA)