• DOLAR 32.514
  • EURO 34.846
  • ALTIN 2475.501
  • ...
"Madem ew ê mirin rojekê were naxwe ya herî bi şeref hilbijêrin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Tarsûsa Mêrsînê ji teref Şaxa Cemîyeta Mustazafan ve bernameya "Şeva Şehadetê" hat tertîpkirin. Îlahîyatnas û Nivîskar Nezîr Tunçê ku beşdarî bernamê bû derbarê girîngîya şehadetê de axavtinek kir.

 "Meha sibatê meha xwe fedakirina bo Xwedê ya zarokên mêrxasên vê erdnigarîyê ye"

Tunç di axavtina xwe ya ku kir de qala ehemîyet û girîngîya şehadetê kir û dû re weha axivî: "Di meha sibatê ya ku ji teref Mislimanan ve wek meha şehadetê tê binavkirin de gelek şexsîyet û pêşîvanên Mislimanan  şerbeta şehadetê vexwarine. Di nava vê mehê de li tevahîya dinyayê  gelek alimên Îslamê ji teref zaliman ve hatine şehîdkirin û zarokên mêrxasan ên vê erdnigarîyê li dijî zaliman bi şiklekî bêtirs serî hildan. Meha sibatê navê meha xwefedakirina di rêya Xweda de ye."

 "Dema ku emir xelas bû, wext hat wê demê ne wext gavekê paş ve ne jî pêş ve biçe"

Tunç di berdewama axavtina xwe de wisa axivî: "Em ê îşev qala şehadetê bikin, şehîd kî ye, şehadet çi ye? Xuşk û birayên min! Xweda bo temamê wan jîndarên ku xuliqandiye wextek tesîs kiriye. Dema ku wextê wê hat ew ê emaneta xwe bistîne. Ji ber vê yekê ji temamê jîndaran re wextek hatiye tesîskirin. Dema ku emir xelas bû, wext hat wê demê ne wext gavekê paş ve ne jî pêş ve biçe."

 "Di vê mehê de gelek Misliman şehîd bûne û micadeleyên xwe ji îmanên xwe re kirine şahid"

Tunç di dawîya axavtina xwe de diyar kir mirin li benda temamê jîndaran e û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Madem mirin heye û madem em ê bimrin wê wextê divê em temam ya herî şeref bihilbijêrin. Birayên min! Çeşîdên mirinê jî hene. Li ser cehaletê mirin heye û di rêya Xweda de firotina mal û can a beramberî cennetê de  mirin heye. Vaye navê vê ye şehadet û şehîdbûn mirina herî bi şeref e. Ev meha ku em tê de ne meheke wisa ye ku tê de  gelek mirinên bi şeref pêk hatine. Gelek Mislimanên ku li ser navê heqê micadele kirine di vê mehê de şehîd bûne û micadeleyên xwe ji îmana xwe re kirine şahid."(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir