• DOLAR 32.528
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2422.931
  • ...
Çeteyên sîyonîst Xezze bombebaran kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Balafirên herbên yên çeteyên sîyonîst û yekîneyên wan yên topan êrîşî mewzîyê lîwayê Qessam kir. Di encama êrîşan de 2 Fîlîstînî birîndar bûn.

Berdevke Wezareta Tendirustîyê Eşref el-Kudra derbarê êrîşên çeteyên sîyonîst de daxuyanî da û îfade kir ku birîndarên li bajarê Refahê hatin rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan başe.  

Çavkanîyên ewlehîyê yên Fîlîstînê destnîşan dikin ku balafirên çeteyên sîyonîst li gelek deverên Xazzeyê êrîşî 4 mewzîyên lîwayê Qessam kiriye û li bajarê Refahê jî 2 êrîş li qûleyên nobetê hatîye rastkirin.

Tê îfade kirin ku balafirên herbê yên çeteyên sîyonîst li ser Xazzeyê dema difirêyan ji teref lîwayê Qessam bi balafirşikêna êrîş lê hatin rastkirin, lê belê derbarê êrîşê de tu hûrgulî nehat belavkirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir