• DOLAR 32.546
  • EURO 34.883
  • ALTIN 2429.794
  • ...
"28ê Sibatê bo Mislimanan hêj berdewam dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Melek Saîn di sala 1999an de ji ber ku li Mizgeftê dersê Qur'anê daye hat binçavkirin û 9 roj lê îşkence hat kirin. Saîn ji teref Mehkemeya Cezaya Giran a 6 emîn a Diyarbekirê ve wek 36 sal hatiye cezakirin. Hat diyarkirin ku Saîn ji teref hakimê Saziya Paralel ve hatiye girtin.

Hat diyarkirin hakimên bi navê Suleyman Înce û Omer Adîl Kuçuk ên ku Saînê darizandibûn berî niha di begeha lêpirsîna teşebusa derbeyê de ji teref Daîreya 2 yemîn a HSKYê ve ji wezîfê hatibûn dûrxistin û dû re ji FETO hatin girtin.

Malbata Saînî destnîşan kir ku ew bi qumpasa Saziya Paralel bê sûc 14 sal e ku di girtîgehê de dimîne. Ji ber vî yekê malbat xwest ku bila edalet pêk were.

 "Di dosyaya zilamê min de qet delîlên sûcê nehat dîtin"

Sevîn Xanim diyar kir ku hakimên bi navê Suleyman Înce û Omer Adîl Kuçuk ên ku endamê Saziya Paralel ji bo ku mêrê wê were cezakirin pir israr kirine. Dûvre Sevîn Xanom wiha li axavtina xwe kir: "Ji ber ku mêrê min dîndar bû û dersê Qur'anê dabû ew dozger xwest ku were cezakirin. Di Dosyaya mêrê min de qet delîlên sûcê nehat dîtin. Dema ku hakiman biryara redkirinê dabûn ew dozger 7 sal ceza dabû mêrê min. Lê piştî 7 salan dosyaya mêrê min şandin temyîzê. 36 sal ceza danê.28ê Sibatê bo Mislimanan hêj berdewam dike""

 "Me di wê pêvajoyê de gelek zehemetî kişand, vê yekê bes Xweda dizane"

Sevîn Xanim diyar kir ku ji ber karê mêrê wê çûne Entabê lê li wir jî leşker û polêsên Saziya Paralel wî rehet nehêştine. Dûvre Sevîn Xanim wiha li axavtina xwe zêde kir: "Me di wî pêvajoyê de  gelek zehemetî kişand, vî yekê bes Xweda dizane. Dema ku mêrê min hat malê me wî nas nekir. Mêrê min di karê xwe de pir rast bû. Hmed ji Xweda bi rehmet û merhameta xwe ji her aliyê ve qala Îslamiyetê dikir. Piştî pêvajoya binçavkirina 9 rojî dubare di ser mala me de girtin. Em di sala 2001an de çûn Entabê. Mêrê min li vir jiyana xwe ya Îslamî domand. Ji ber karê xwe ya mobîlyayê koçê Entabê kir."

Sevin Xanima xwediyê 3 zarokan a ku 14 sal e bê mêrê xwe dijî di nav şîn û girînê de wiha qala jiyana xwe kir: "Wê çaxê zilamê min gelek zehmetî kişand. Me nedikariya ku em li mala xwe jî razên. Em çendîn meh ji mala xwe dûr man. Di dawî de em mecbûr man derketin derveyê bajêr. Ev hemî zehmetî ji bo jiyanekî Îslamî bû."

Sevîn Xanim diyar kir ku gelek kes di salên 90an de di bin îşkenceyên leşker û polêsên ku endamê Saziya Paralel bûn de hatine şehîdkirin. Dûvre Sevîn Xanim wiha pê de çû: "Zilamê min ji kar bi şiklekî veşartî binçavkirin. Me 9 roj ji mêrê min xeber nesitand. Me got qey miriye. Lewra di wî dîrok de gelê Misliman dikuştin û wan davetin ser qirşan."

 "Ji ber ku min bavê xwe nas nedikirin her tim min ji rê digot xalo"

Yunus Saînê lawê Melek Saînî diyar kir dema ku bavê wî avêtine girtîgehê ew 3 salî bûye û encax piştî 5 salan bavê xwe nas kiriye. Yunus wiha li axavtina xwe zêde kir: "Dema ez 7 salî bûm mehkemeya bavê min dest pê kir û 4 sal domî. Ji bo ku ez xemgîn nebim malbata min qet min nedibir mehkemê. Ji xwe dema ez 7-8 salî bûm min bavê xwe nas kir. Em ji bo dîtina bavê min çûbûn girtîgehê. Cara ewil min li wir nas kir. Ez gelek kêf xweş bûm. Ji ber ku min bavê xwe nas nedikirin her tim min jê re digot xalo. Lewra ez hîn nebûbûm ku jê re bibêjim bavo." (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir