• DOLAR 32.368
  • EURO 35.061
  • ALTIN 2325.136
  • ...
"Ziyaretên me yên esnafan dê berdewam bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Navçeya Rezan a HUDA PARê Cengîz Aydin û heyeta pê re digel hev  di bergeha ziyaretên esnafan de  vê heftîyê esnafên li Taxa Alî Pinarê ziyaret kirin û derd û kulên wan guhdar kirin. Aydin derbarê ziyareta ku hatin kirin de destnîşan kir ew hewil didin  bibin dengê dikandaran û bo vê yekê dê ziyaretên wan berdewam bikin.

Aydin di axavtina xwe de diyar kir dikandar ji ber tunebûna kar gazinan dikin  û dibêjin ji ber ku xaçerêyên li taxê bi hinceta ewlehîyê hatine girtin ev yek tesîreke nebaş li ser karê wan dike.

"Esnafê me muxtacî hizûrê ne"

Cengîz di berdewama axavtina xwe de diyar kir  esnaf muxtacî hizûrê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Me li Taxa Alî Pinara Rezan dikandarên xwe ziyaret kir. Hemd ji Xwedê re ziyaretên me pir baş bûn. Weke her car dikandarên me ji ber mişkîle û problemên li herêmê zehmetîyan dikşînin. Dikandar di her firseta ku bi dest dixin de ji temamê rayedarên ku dibînin re dibêjin ku ew muxtacî hizûrê ne. Her wisa dikandarên me ji ber ku Xaçerêya Alayê hatiye girtin gazin û gilîyan dikin, lewra ev yek li ser karê wan tesîreke nebaş dihêle. Bi heman awayî kesên dewlemend ên li taxê dijîyan jî ji taxê koç kirine ku ev yek jî tesîrî karê wan kiriye. Înşallah em ê bibin taqîbkarê vî tiştî û em ê bi vî şiklî ziyaretên xwe bidomînin."(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir