"Serîlêdanên karkerên taşeron 700 hezaran derbas kir"
Julîde Sarierogluyê Wezîra Ewlehîya Civakî û Xebatê destnîşan kir di warê karkerên taşeron de hejmera serîlêdanên ku hatine kirin 700 hezaran derbar kir.
Wezîra Ewlehîya Civakî û Xebatê Julîde Sarierogluyê ku li Bidlîsê beşdarî 5emîn Kongreya Asayî ya Şaxa Jinan a Bidlîsê bû derbarê serîlêdanên karkerên taşeron de nirxandinek kir.
"Serîlêdanên karkerên taşeron 700 hezaran derbas kir"
Wezîr Sarierogluyê ku di kongreyê de axivî pêvajoya karkerên taşeron li kadroyê de nirxandinan kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bo em bigihijin temamê civakê gavên jidayî davêjin. Serîlêdanên karkerên taşeron 700 hezaran derbas kir. Ez temennî dikim ku ev kadro bibin wesîleyên xêrê."(ÎLKHA)