Serokwezîr Yildirim bi Mîrê Qatarê re hevdîtin kir
Serokwezîr Bînalî Yildirim bi Şêx Tamîmê Mîrê Qatarê re hevdîtin kir.
Serokwezîr Bînalî Yildirim di Konferansa Ewlehîyê ya Munîhê de bi Şêx Tamîm Bin Hamad Al Thanîyê Mîrê Qatarê re hevdîtin kir.
Di daxuyanîya ku ji teref Serokwezîrtîyê ve derbarê mijarê hat belavkirin de hat destnîşankirin "Bi hevkarê me yê stratejîk re pêwendîyên dualî, geşedanîyên herî dawî yên li herêmê, têkilîyên siyasî, hevkarîya aborî de hatiye gotûbêjkirin û xebata digel hev a bi Qatar û welatên din re cardin hatiye destnîşankirin."(ÎLKHA)