Teyareya leşkerî ya perwerdehîyê ket: 2 leşker jiyana xwe ji dest dan
Li Îzmîrê teyareya leşkerî ya perwerdehîyê ket 2 leşkerî jiyana xwe ji dest dan.
Hat îfade kirin ku li Çîxlîya navçeya Îzmirê teyareya leşkerî ya ku ji bo perwerdehîyê dihat xebitandin ket. Di encama ketina teyarê de 2 leşkeran jiyan axwe ji dest dan.
Li gor agahîyên hatin wergirtin derdora seat 11.00an de teyara perwerdehîyê ya leşkerî ya ku 2 personelên leşkerî têde bûn piştî rabû demek kurt ket. Di qezayê de 2 leşkerên di teyarê de li ciyê bûyeyê jiyana xwe ji dert dan û gelek ambolans, ekîbên vekolîn û rizgarkirinê û tîmên agirkujîyê hatin sewqkirin ciyê bûyerê
Li gor daxuyanîya ji teref TSK yê ve hat kirin cîhat hat dayîn van gotinê: "Teyareya me ya perwedeyê ya ku îro ji Fermandariya Baregeha Jetan a Sereke ya 2an a Çîxliya Îzmîrê ji bo ceribandinê rabû ket xwarê. Di teyareya ku du personelên me yên qehreman hebûn şehîd ketin." (ÎLKHA)