• DOLAR 32.509
  • EURO 34.823
  • ALTIN 2491.241
  • ...
Rayagiştî ya navneteweyî ji Oxfamê îzahatê teleb dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xebatkarên sazîya alîkarîyê ya navdar ya Îngîzan ya ku bi navê Oxfamê bi sedem erdhejê li ser navê alîkarîyê bi pera ketin namûsa jinên mixtacî alîkarîlyê. Ev yek bûbû sedema bertekan. Hukumeta Haîtî xwest ku xebatkarên Oxfamê bên derxistin pêşberî darazê. 

Raya giştî ya navneteweyî ji ber mexdûrîyeta kesên ku zarok jî di nav de bûn û îstîsmara zayendî li wan hatibû kirin û ev yek hatibû veşartin bendewar e ku Oxfam derbarê mijarê de îzahatê bike. Dewleta Haîtî dixwaza kesên navê wan di vê skandalê de derbas dibe bên eşkerekirin û bên derxistin pêşberî darazê. Komîsyona Ewrûpa û Qralîyeta Yekbûyî amadehîyên qutkirina fonên Oxfamê dikin.    

Berdevkê Komîsyona Ewrûpa Maja Kocijancic, ji Oxfamê xwest ku di cîde bersivê bide sûcdarîyan û got: "Sazî o rêxistinên ji Komîsyona Ewrûpa pera digre bi tu awayî destûrê neyê dayîn wezîfa xwe xelet bikar bînin. Em demildest ji Oxfamê dixwazin di vî warî de bî awakî berfireh û eşkere bersivê bide van sûcdarîyana û di cide gûmanbar bên darizandin."

Roja şemîyê Alîkarê Midûrê Giştî û kordînarorê saziyê yê navneteweyî Penny Lawrence ji wezîfa xwe îstîfa kiribû.

Hefteyek berê rojnameya The Times ya Îngîlîzê destnîşan kiribû ku karbidestên Oxfamê yên desthilatdar jinên mixtacî alîkariyêne li hember peran ketine irzê wan û dest dirêjî namûsa wan kirine. Li gor rapora vekolînê ya ku Timesê bidest xistiye, kesên hatine îstîsmarkirin jê hinek zarokin.

Tê îfade kirin ku bi fonên hikumet û alîkariya welatîya dahata Oxfamê ya salane 300 mîlyon Sterlîne. Sazîya Oxfamê, di sala 2010an de li bajarê Port-au-Prince yê Haîtî piştî erdheja ku 220 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û mîllyon û nîvek kes jî bê cî û war mabû qaşo ji bo xebatên alîkarîyê çûbû deverê. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir