Şahmerdan Sari ji Tirkîyê re hat îadekirin
Şahmerdan Sariyê ku ev 4 sal e li Kurdistana Iraqê girtîyeji Tirkîyê re hat îadekirin.
Hat ragihandin Şahmerdan Sariyê ku ev 4 sal in li Kurdistana Iraqê girtîye ji Tirkîyê re hat îadekirin. Sari li Balafirgeha Atarturk a Stenbolê teslîmî polêsan hat kirin.
Di sala 2013an de cezaya ku ji teref 7emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Edenê ve derbarê Şahmerdan Sari û 13 hevalên wî de hatibû dayîn ji teref dadgeha bilind ve hatibû tesdîqkirin. Piştî vê yeke Şahmerdan Sariyê ku derbasî Kurdistana Iraqê bû li Hewlêrê bû hatibû girtin.
Sariyê ku bi bultena sor lê dihat lêgerîn li Hewlêrê hatibû girtin û ev 4 sal e ku li wê dere dihat girtin. Sariyê ku li Kurdistana Iraqê girtîbû îro li Balafirgeha Atarturk a Strenbolê teslîmî polêsan hat kirin.
Eyup Akinciyê ku parêzerê Sari ye derbarê mijarê de diyar kir 12,5 sal cezaya ku di sala 2013an de jê re hatibû dayîn ji teref dadgeha bilind ve hatibû tesdîqkirin.
Huseyîn Kurşunê ku parêzerê Sari ye doh derbarê mijarê de diyar kiribû ew ev 4 sal in ku îadekirina wî teleb dikin û destnîşan kir muwekkîlê wî mexdûrê FETO ye.(ÎLKHA)